Îsraîlê dibistana ku filistîniyan xwe spartibûnê bombebaran kir 2024-09-21 14:14:58   ENQERE - Êrişên Îsraîlê yên li dijî filistîniyan berdewam dikin. Herî dawî dibistanên li Xezayê ku filistîniyan xwe spartibûnê hatin bombebarankirin. Di êrişan de herî kêm 13 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.    Ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê WAFA’yê da zanîn ku artêşa Îsraîlê li bajarên Xezayê û Han Yûnûsê yên Şirîda Xezayê avahiya du dibistan û zanîngehekê bombebaran kirine û di bombebaranê de herî kêm 13 filistîniyan jiyana xwe ji dest dane.   Artêşa Îsraîlê êrişî Dibistana El Felah a li heman taxê jî kir. Hate diyarkirin ku di vê êrişê de jî gelek kes birîndar bûne. Hate diyarkirin ku di encama bombebarana avahiya zanîngehê ya rojavayê bajarê Han Yûnûs ê li başûrê Şirîda Xezayê jî 8 kes birîndar bûne.    BÎLANÇOYA KOMKUJIYÊ    Li gorî daxuyaniya ku Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ya îro kirî, di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê cotmeha 2023’yan ve berdewam dikin de hejmara windahiyan bûye 41 hezar û 400. Wezaretê aşkere kir ku nezî saleke herî kêm 41 hezar û 391 filistîniyan di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daxuyaniyê hejmara birîndaran derket 95 hezar û 760’an.