Ji bo Anter Anter li Sitîlîlê şîn hat danîn 2024-09-21 14:22:24   MÊRDÎN - Ji bo kurê Apê Mûsa, Anter Anter li gundê Sitîlîlê yê Nisêbînê şîn hat dayîn.    Kurê rojnamevan û rewşenbîrê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa), Anter Anter duh serê sibehê li mala xwe ya li gundê Sitîlîlê yê ser bi navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve jiyana xwe ji dest dabû. Anter Anter roja salvegera 32’yemîn a qetilkirina bavê xwe ji ber krîza dil lêdaye jiyana xwe ji dest da. Li ser wesiyeta Anter Anter cenazeyê wî li gundê Zivingê ku cenazeyê bavê wî ewilî li wir hatibû veşartin, bê definkirin.    Malbata Anter, ji bo şîna Anter Anter li Mala Şînê ya Sitîlîlê şîn danî. Xwişk û birayê wî Rahşan Anter û Dîcle Anter li şînê mêvanên xwe pêşwazî dikin.    Tê payîn sibê bi pêşengiya rêxistinên DEM Partiyê û DBP’ê yên Mêrdînê û navçeyên wê bi girseyî serdana şînê bê kirin.    Hat zanîn ku roja duşemê jî wê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û şandeya pê re serdana şîna Anter Anter bikin.