Festîvala Çand û Hunerê ya Navneteweyî ya Kurd: Em tecrîdê û dagirkeriyê rakin 2024-09-21 16:37:33   NAVENDA NÛÇEYAN - 32’yemîn Festîvala Çand û Hunerê ya Navneteweyî ya Kurd, ku yek ji mezintirîn çalakiya çandî ya kurdên li Ewropayê ye, îsal bi dirûşmeya “Em tecrîd û dagirkeriyê bişkînin, Rêber Apo azad bikin” li Parka Rebstockê ya Frankfûrtê dest pê kir.   Bi hezaran Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn di Festîvala Çand û Hunerê ya Navneteweyî ya Kurd de, ku yek ji çalakiyên çandî yên herî mezin e, li bajarê Frankfûrt ê Almanyayê bi dirûşmeya "Em tecrîdê û dagirkeriyê bişikînin, Rêber Apo azad bikin" hatin ba hev.   Festîvala ku ji bo parastina nirxên dîrokî û çandî yên gelê kurd her sal tê lidarxistin, li dijî zext û polîtîkayên asîmîlasyonê yên Tirkiyeyê ya li ser çanda kurd jî bûye remza berxwedanê.   Ji gelek welatên Ewropayê bi hezaran kes danê sibehê daketin qadan û bi derbaskirina bendên ewlehiyê, ketin qadê.   Kurdistaniyên ku bi cilûbergên xwe yên neteweyî û al û flamayên YPG/YPJ’ê, YBŞ û PKK’ê hilgirtibûn coşa û peroşa wan qadê xemiland.   Daxwaza "Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî" ku daxwaza bi hezaran kesên li qadê ye, dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan Nabe", "Jin Jiyan Azadî" gelek caran hat berzkirin.   JI BO STANDAN ELEQEYEK MEZIN   Di festîvalê de, nerazîbûn li dijî zextên dewleta Tirk ên li ser çanda Kurd û gelê Kurd, polîtîkayên qeyûman û qirkirinê li pêş bû. Her wiha standên ku ji bo danasîna çanda Kurdî hatine vekirin û mînyaturên ku hatine pêşandan rastî eleqeyeke mezin hatin.   Her wiha dostên gelê Kurd û saziyên çandî yên Ewropayî jî bi rengên xwe tevlî festîvalê bûn. Hunermend Amel li qadê bal kişand ser dîrok û vahîsaziya Kurdan a li herêmê û minyatura "Gundê Kurdan" a ku ji aliyê hunermed ve hatibû amadekirin rastî eleqeyek mezin hat.   MUZÎKA KURD Û GOVEND   Li standên ku ji aliyê TEV-ÇAND'ê ve li qada festîvalê hatin danîn, koma govendê, hunermend û Kurdistaniyan bi hev re govend gerand. Li qada festîvalê muzîk, dans û govend gelêrî yên Kurdî bi coşek mezin tên pêşandan.   Li gel çalakiyên çandî, nivîskarên Kurd li pêşangehên pirtûkan bi xwînerên xwe re hatin cem hev. Qada festîvalê ya ku bi rengên neteweyî yên Kurdistanê hate xemilandin, bi standên ku ji aliyê Navendên Civaka Demokratîk a Kurd û saziyên din ên Kurdan ve hatin vekirin re, rengîntir bû. Weşanxaneyeke Kurdistanê jî li herêmê standek vekir û pirtûkên xwe gihand ber destê xwînerên xwe.   JI BO ZAROKAN KONÊ ZAROK MA’YÊ HAT VEKIRIN   Li qadê, stand /konê "Zarok Ma" bi armanca ku malbat bi awayekî rehet tevlî festîvalê bibin hat avakirin. Zarokan eleqeyek mezin nîşanî konê Zarok Ma’yê dan. Ji bo zarokan lîstik û aktîvîteyên kurdî tên pêşandan û ji zarokan re demeke baş û têr tê avakirin.   STANDA KOBANÊ   Li qadê standeke din hat avakirin û bi wêneyên siyasetmedarên Kurd Selahattîn Demîrtaş û girtiyên din ên di bin navê Doza Kobanê de ji aliyê dewleta Tirk ve dîl hatine girtin, hat xemilandin. Standa ku li qadê balek mezin dikişîne, hevgirtina gelê Kurd a bi siyasetmedarên xwe re jî radixe ber çavan.   Bernameya Festîvala Çand û Hunerê ya Neteweyî ya Kurd piştî xwendina sirûda neteweyî ‘Ey Raqîp’ û deqeyek rêzgirtinê destpê kir.   'DEM DEMA AZADIYA ABULLAH OCALAN E'    Piştre Hevserokên KCDK-E Zubeyde Zumrut û Engîn Sever derketin ser dikê û gel silav kirin.   Zubeyde Zumrut bal kişand ser pêngava ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û got: "Pêngava Azadiyê di 10'ê Cotmeha 2023'yan de di salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo de, hat destpêkirin. Ji bo vê pêngavê gelê Kurd li qadan bû. Li Ewropayê, li welêt û li her qadê tevkarî li vê têkoşînê kir. Gelê Kurd îro li her qadê li dijî polîtîkaya qirkirinê di nava berxwedanê de ye û bi vê berxwedan û têkoşînê re wê pêngava azadiyê ya Rêber Apo bigihîne serketinê."   Zumrut ji bo meş û mitînga ku wê di 16’ê Mijdarê de li bajarê Kolnê ya Almanyayê ji bo qonaxa duyemîn a pêngava "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî" bê lidar xistin, banga tevlîbûnê kir.   Li aliyê din Engîn Sever da xuyakirin ku pêvajoya komployê ya beriya 26 salan li dijî Abdullah Ocalan hat destpêkirin bi vê tecrîd û qirkirinê re dewam dike û wiha got: "Ev 42 meh in agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Gelê Kurd her roj ji bo azadiya Rêber Apo diqîre. Dewleta Tirk a dagirker bi xiyaneta PDK'ê û alîkariya DAÎŞ'ê dixwaze qirkirinê li qadên Parastinê yên Medyayê pêk bîne. Lê zarokên gelê Kurd li Zapê, li Avaşînê û li Metîna li ber xwe didin. Dagirker wê bi ser nekevin. Ji bo azadiya Rêber Apo li her devera Ewropayê û welêt têkoşîn tê meşandin. Bi vê têkoşînê re em ê deriyê Îmraliyê hilweşînin û Rêber Apo azad bikin."   Li ser navê TJK-E jî Ayten Kaplan xîtabê gel kir û bi zimanê Almanî axaftinek kir.   Bernameya festîvalê bi bernameya muzîkê û axaftinan berdewam kir.