'Hûn nikarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin’ 2024-09-21 21:32:07   STENBOL - Li Stenbolê ji bo rojnamevan Rabîa Onver a ku der barê wê de biryara girtinê hatiye dayîn de daxuyanî hat dayîn û hat gotin: "Hûn jî wek hevkarên xwe yên tarî baş dizanin ku hêza tu kesî têre nake ku çapemeniya azad bêdeng bike."   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Sancaktepe ya Stenbolê der barê nûçegihana JINNEWS’ê Rabîa Onver a ku der barê wê de biryara girtinê hat derxistin û bi ser mala wê ya li Gever a Colemêrgê hatibû girtin, li avahiya Sancaktepeyê daxuyanî da. Hevberdevka DEM Partiyê ya Herêma Yekemîn Dîlber Demîrê metna daxuyaniyê xwend.   Dîlber Demîrê diyar kir ku Rabîa ji ber nûçeya derbarê çeteyê fuhûş û hişbirê çêkiriye hedef hatiye girtin û wiha got: “Ev zext encama polîtîkayên li hember Kurdan tên meşandinê e. Şerê taybet bi hişbir, fuhûşê tê meşandin. Rojnamevana ku rastiyan lêkolîn dike, bi ser mala wê de tê girtin. Desthilatdarî li şûna ku kî li pişt vî çeteyêye lêkolînê bike, Rabîayê bêdeng dike. Kî çeteyê fuhûş û hişbirê ya li Colemêrgê diparêze.? Ev zext ne tenê Rabîayê mafê fêrbûna rastiyan jî hedef digire. Êrişên li hember çapemeniya azad berdewama polîtîkaya çewisandina gelê Kurd e.”   Dîlber Demîrê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku hêza tu kesî têr nake ku çapemeniya azad bêdeng bike û wiha dawî lê anî: “Xebatkarên çapemeniya azad wê li dijî zextan nivîsandina rastiyan bidomînin. Ev zext, girtin û gef nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin. Em ligel xebatkarên çapemeniya azad in em li gel Rabîa Onver in. Pênûsa wê ne tenê ye. Rojnamevanî ne sûc e. Çapemeniya Azad bêdeng nabe.”   Daxuyanî bi berzkrina dirûşmeyan bi dawî bû.