Di Turnuvaya Gulistan Dokuyê de maçên nîvefînalê hatin lîstin 2024-09-22 08:50:13 ŞIRNEX - Di Turnuvaya Gulistan Dokuyê de ku ji hêla Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ve tê organîzekirin, maçên nîvefînalê hatin lîstin.  Turnuvaya Futbolê ya Gulistan Doku ku ji hêla Meclisa Ciwanan a DEM PArtiyê ve tê organîzekirin didome. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê musabeqeteyên nîvefînalê hatin lîstin.    DI BIN BARANÊ DE LÎSTIN   Li qada sehayê pankartên “Bendî nebe azad be” û “Me bi ciwantî dest pê kir dê bi ciwantî bi ser kevin” hatin daliqandin. Alîgirên ji bo temaşekirina maçê hatibûn gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana ciwanan”, “Dîsa ciwan dîsa serhildan” û “Jin, ciwan, Kurdistan” berz kirin.   Di bin baranê de ji ewil Mêrdîn Spor û Cizîr Spor lîstin. Di maçê de Cizîr Spor bi ser ket. Piştre jî Amed Spor û Silopiya Spor lîstin. Di vê maçê de jî Silopiya Spor bi ser ket. Bi vê yekê re Cizîr Spor û Silopiya Spor derketin fînalê.    MAÇA FÎNALÊ   Maça fînalê dê sibe were lîstin û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî dê temaşe bike. Piştî maça fînalê dê şahî bê lidarxistin.