Kongreya PYD’ê di roja 2’yemîn de didome 2024-09-22 12:27:00   NAVENDA NÛÇEYAN - 10’emîn kongreya PYD’ê di roja 2’yemîn de ji çapemeniyê re girtî didome.    Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Hesekê 10’emîn kongreya xwe li dar dixe. Kongre, di roja 2’yemîn de didome. Kongre, bi beşdariya zêdetirî 700 delegeyan tê lidarxistin û ji çapemeniyê re girtî didome. Kongre, di salvegera 21’emîn a partiyê de bi dirûşma “Bi hev re ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çespandina Rêveberiya Xweser û avakirina Sûriyeke demokratîk” tê lidarxistin.    Li gorî agahiyên endamên PYD’ê; di roja duyemîn a kongreyê de raporên Meclisa Giştî, Meclisa Jinan û Komîteya Disiplînê hatin xwendin. Piştre jî rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate nirxandin. Her wiha rewşa rêxistinî ya partiyê hate nirxandin. Tê payin ku di rêziknameyê de guhertin bên kirin.    Kongre, dê bi hilbijartinên Meclisa Giştî û hevserokan bi dawî bibe.