Amedsporê serlêdana sûc kir 2024-09-22 12:44:42   AMED - Amedsporê bi sedema “Peywira xwe xerab bi kar tîne” derheqê Midûriyeta Bajar a Ciwan û Sporê serlêdana sûc kir.    Ji ber ku teahûda sererastkirina sehayê bi cih ne anî, Amedsporê bi sedema “Peywira xwe xerab bi kar tîne” derheqê Midûriyeta Bajar a Ciwan û Sporê de serlêdana sûc kir. Di serlêdana sûc de hate gotin ku sexbêrkirin û sererastkirina stadyumê yek ji berpirsyartiyên sereke yên midûriyetê ne û wiha hate gotin: “Lê tevî vê jî peywira xwe binpê kiriye û sûcê xerab bi kar anîna peywirê kiriye.” Hat diyarkirin ku li gel ku dîroka maçan ev demekî dirêj e zelal bûye jî midûriyetê peywira xwe bicih ne aniye, binpêkirineke mezin a peywira xwe kiriye û sûc kiriye.    ‘HELWESTA WAN SÛC E’   Bi domdarî hat destnîşankirin ku peywirdarên cemaweriyê bi tevger û helwestên xwe sûc kirine û vî sûcî jî rê li ber zirara cemaweriyê vekiriye. Daxwazname wiha domiya: “Amedsporê diviyabû maç li sehaya xwe bilîsta lê ji ber ku li bajarekê din lîst, Amedspor bi milyonan lîreyan xusaret bû. Bihayê kirêkirina statê,  firotina bilêtan, lêçûnên rê û cihê mayinê û hwd. kir ku Amedspor zirareke mezin bike. Sedema vê jî Midûriyeta Bajar a Ciwan û Sporê ye û peywirdaran zirar dane cemaweriyê.”