Rojnameger Seyît Evran hat bibîranîn 2024-09-22 13:53:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Seyît Evran di 1’emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.    Kedkarê Çapemeniya Azad Seyît Evran par di 22’yê îlonê de li nexweşxaneyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dema dihat dermankirin, di 54 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dabû. Rojnameger Seyît Evran, di 1’emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Delîl Saroxan a Qamişlo hate bibîranîn. Gelek rojnameger, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û welatî tev li bîranînê bûn.    Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî. Hesen, ji ewil sersaxî ji bo heval û malbata Evran xwest û wiha got: “Şehîd Seyît bi têkoşîna xwe mîraseke mezin li pey xwe hişt. Lazim e em xwedî li mîrasa şehîdan derbikevin.”   Hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) Dilyar Cizîrî jî peyama dawî ya Evran xwend û bal kişand ser têkoşîna Evran a 30 salan. Endama Desteya Rêveber a YRA’yê Evîn Îbrahîm jî di merasîma bîranînê de wiha got: “Em weke şagirtên şehîd Seyît, dê heta dawiyê li ser şopa wî têbikoşin.”    Di merasîmê de dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin, wêneyên Evran û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.    Merasîm, bi belavkirina pirtûka Evran a “Sir û Raza Çiya” bi dawî bû.