Xelatên Apê Mûsa hatin dayîn: Zext jî têkoşîn jî didomin 2024-09-22 23:25:01     STENBOL - 31’emîn Xelatên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hatin dayîn. Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di merasîma xelatan de axivî û wiha got: “Belê, zext didomin, neguherîn lê belê rastiyekî din a neguheriye jî heye, ew jî têkoşîna Apê Mûsa ye.”    Xwediyên Xelatên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad diyar bûn. Xelat li Navenda Çandê ya Bajar a Cemîl Candaş bi merasîmekê teslîmî xwediyên wan hatin kirin. Di eywanê merasîmê de pankartên “Çapemeniya Azad nayê bêndegkirin” û “Yenî Yaşam 6 salî ye” hatin daliqandin û wêneyên Mûsa Anter û Gurbetellî Ersoz hatin daliqandin. Tevî gelek rojnamegeran nûnerên partiyên siyasî, sendika û rêxistinên jinan, parastvanên  mafan tev li merasîmê bûn. Herwiha gelek caran diruşmên “jin, jiyan, azadî” û “şehîd namirin” hatin berzkirin.    ‘DÊ ÇAPEMENIYA AZAD BÊDENG NEBE’   Ewilî bi ser navê rojnameya Yenî Yaşamê Kîbriya Evren axivî. Evren Mûsa Anter û kûrê wî yê di salvegera mirina bavê xwe de jiyana xwe ji dest daye Anter Anter bi bîr anî. Evren diyar kir ku Çapemeniya Azad êşên kurdan tîne ziman û di vê oxirê de gelek xebatkarên çapemeniya jiyana xwe ji dest dane. Evren wiha axivî: “Em rojnamegeriyekî bêalî nakin. Em li aliyê bindestan, gelan, jinan û yên ku gotina xwe li qadan tînin ziman in. Tim êriş çêbûn, dê êriş nikarin bidin çewisandin. Dê heya felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ li cîhanê deng vedide, dê pênûsa Gulisatan Tarayê, Nagîhan Akarselê, Gurbetellî Ersozê nekeve li erdê”   RASTIYA ÇAPEMENIYA AZAD   Bakirhan kesên di malbata Yaşa da jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî, çîroka wan vegot û ev tişt gotin: “Anku em tu caran dest jê bernedin. Em ê wan bi bîr bînin û em ê ji bo wan her tiştî bikin. Bi vê boneyê ez serkeftina generalên biçûk ên Mûsa Anter dixwazim. Dîsa ez di şexsê Gulistan Tara, Hero Bahadîn, Nagîhan Akarselê û Gurbeltellî Ersozê de Çapemeniya Azad silav dikim.”     Piştre sînevîzyona kurteçîroka Çapemeniya Azad vedibêje hate nişandan.    ‘HEQÎQETA BI NIRX’   Piştî nîşandana sînevîzyonê siyasetmedar Gultan Kişanak axivî. Kişanak anî ziman ku heqîqeta Çapemeniya Azad bi nirx e wekî şehîdên wê û got: “Dema em ketin rê me got ‘dê rastî di tariyê de neminin’ û ez dibinim ku yên ku vê yekê bikin gelek zêde ne. Ez hemûyan pîroz dikim.”     XELATA NÛÇEYA TIRKΠ   Ji T24’ê Cengîz Anil Bolukbaş bi nûçeya xwe ya sernavê “Siyanûr ji ber çû, rûxset nehat betalkirin, qerê bacê hate jêbirin, karê wî zêde bû” layikê xelatê hate dîtin. Bolkubeş xelata xwe ji parêzera Buraoya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturkê girt û wiha got: “Dema birêz Ocalan anîn Tirkiyeyê wiha gotibû ‘Ez ne girtiyê Tirkiyeyê me, ez dîlgirtiyê pergala kapîtalîst im.’ Sedema pirsgirêkên ekolojiye ev pergala kapîtalîst e.”    BEŞA KURDÎ   Di beşa nûçeya kurdî de Xelata Juriyê ya Taybet nûçeya bi navê “Çîrokek sûdwergir a ziman û têkoşîna azadiyê” ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) a Silava Ebdulrehman Mihemed Emîn re hate dayîn. Xelatê Ezîz Orûç ji Dayika Aştiyê Guler Bugdayê girt.    XELATA  DÎMENÊ JINNEWS’Ê  GIRT   Xelata Juriye ya Taybet ji dîmena “Biaxive, tu ji ku derê yî”  ya nûçegihana JINNEWS’ê Dîlan Babatê re hate dâyîn. Babat xelata xwe ji destê Keça Fehmî Tosûn, Jiyan Tosûnê girt.    XELATA WÊNEYÊ DAN MA’YÊ   Di beşa wêneyê de nuçegihanê ajansa me Mujdat Can xelatê girt. Can wêneya ajalên ji ber şewata Amed û Mêdînê bandor bûbûn kişandibû. Xelata Can, nûçegihana me Dîren Yûrtsever ji kurê Mûsa Anter, Dîcle Anter girt.    XELATA NÛÇEYÊN JINÊ   Di beşa nûçeyên jinê de nûçegihana jinên karker Rahîme Karvar layiqê xelatê hate dîtin. Karvar xelata xwe ji Gultan Kişakê girt.    Di beşa karîkaturê de tu kes layiqî xelatê nehat dîtin. Herwiha xelata Mansiyonê jî Halîl Îbrahîm Çoban girt.    XELATA RÛMETÊ    “Xelata Rûmetê” ya îsal bi ser bîranîna Gulistan Tara û Hero Bahadîn ên di 23’yê tebaxê êrişa Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dane hate dayîn. Xelat layiqî rojnamegera Pexşan Ezîzî hate dîtin. Bi ser navê malbata Tarayê, Gulistan Erdem; bi ser navê Ezîzî rojnameger Aysel Işikê xelatê ji Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak girtin.    Piştî merasîmê Koma Hevra derket ser dikê.