Li hemberî zarokekê tacîza zayendî pêk hat 2024-09-23 10:44:16   ÎZMÎR - Li Îzmîrê zarokek 3 salî ji aliyê jina bi navê S.H. ve bi tacîza zayendî re rû bi rû ma. Li ser îfadeyên zarokê der barê S.H. de îdianame hat amadekirin.    Li navçeya Torbali ya Îzmîrê jina bi navê S.H. li hemberî zarokek sê salî tacîza zayendî pêk anî. Piştî bûyerê Serdozgeriya Komarê ya Torbaliyê, îdianame amade kir. Zarok li Navenda Şopandina Zarokan a Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Zarokan tê ragirtin. Zarokê qala bûyerê kir û gotiye ku ew bi jina ku bi bavê wê re dijî rastî tacîzê hatiye. Zarok di îfadeya xwe de wiha gotiye: “Bûyer li çewliga bavê min qewimî. Bavê min jî dît. Bavê min got ‘neke’. S.H. cilên min derxistin, pênûsê bikar anî.” Zaroka 3 salî L.K. her wiha got ku ew di tekneya bavê xwe de jÂi bi îstîsmara zayendî ya S.H. re rû bi rû maye.    Jina bi navê S.H. jî di îfadeya xwe de diyar kir ku ew bi bavê zarokê re dergistî ye û ew û zarokê qet bi tenê nemane û sûcên li ser xwe red kir. Di îdianameya ji aliyê dozgeriyê ve hat amadekirin de hat piştrastkirin ku bûyer pêk hatiye.    Di îdianameyê de hat xwestin ku S.H. ji sûcê “Îstîsmara zayendî ya bi sûretê destavêtinê ku kiriye” were cezakirin.