Li Wanê lêhî: bendên avê yên DSI’yê ne li gorî standartan in 2024-09-23 11:15:51   WAN - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ê serdana herêmên lêhîyê kiriye destnîşan kir ku bendên avê yên DSI’yê ne li gorî standartan in û xwest herêm wek herêma karesatê were îlankirin.    Li Wanê piştî barana zêde li navçeyên Riya Armûşê, Serav û Elbakê lêhî çêbû. Ji ber Karûbarên Avê  yên Dewletê (DSI),paqijiya bendên avê nekir, ava zêde, bi ser ve çû û bû sedema zirara madî. Şandeya di nav de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan jî hebû, serdana taxa Qerehîsar a navçeye Seravê û Taxa Gûlîk a navçeya Elbakê kir.     BANGA ‘HERÊMA KARESATÊ’   Şandeya serdana taxa Qerehîsara ku di nava hefteyekê de 3 caran lêhî lê rabûye kirin. Zeydan di serdanê de axivî û wiha got: “Em tim dibêjin ku em nikarin pêşî li karesatan bigirin lê belê em dikarin tevbîran bigirin da ku zirarê daxînin asta herî jêr. Peywira me ev e. îsal 3 caran lêhî li Qerehîsarê rabû û ev 3 car e ku em tên serdanê. Helbet cihê ku gund lê ava bûye ne cihekî guncav e. Hin avahî bi ser xeta lêhiyê hatine avakirin. Divê dewlet demildest herêmê wek herêma karesatê bide îlankirin û ji welatiyan re xaniyên nû çêbike. Em ê wek şaredarî derbarê mijarê de girtek û raporên xwe ji saziyên têkildar re bişînin. Mixabin em dibînin ku qadên Karûbarên Avê yên Dewletê (DSI) jê berpirsyar in derdorê çem nehatine sererastkirin.”    ‘NE LI GORÎ STANDARTAN E’   Zeydan banga pêkanîn berpirsyariyê ji DSI’yê kir û axaftina xwe wiha domand: “Em dixwazin careke din bêjin ku dîwarên ku avê bigirin kêm in û lewaz in. Taybetî jî me dît ku pêşî û paşiya van bendên avê nehatiye paqijkirin û bend ne li gorî standartan in. Lewma heke paqijiya wan li gorî standartan bihatana kirin, heke ax û kevirên ji nav bendê de bihatana girtin, dê welatiyên me ewqas zirarê nedîbûna. Ewlehiya canê welatiyên li vê derê nîn e. Lewma ji bo dema pêşiya me parastina canê welatiyan, divê demildest herêm wek herêma karesatê were îlankirin û divê DSI jî tevbîrên xwe bigire, berpirsyariya xwe pêk bîne. Em li vê derê li gel gelê xwe ne. Ji bo pirsgirêkên madî û manevî çareser bikin em ê wek Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê tişta dikeve her tişta ku dikeve ser me pêk bînin.”    ‘MEXDÛRIYEKÎ MEZIN ÇÊBÛYE’   Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî rewşa welatiyan pirsî û silametî ji wan re xwest û ev tişt gotin: “Li vê derê mexdûriyekî mezin çêbûye. Em bi şaredariya xwe ya bajarê mezin ve ji bo tevahî pirsgirêkên gelê xwe çareser bikin li vê derê ne. Bûyerên xwezayê tim çêdibin lê belê divê ji bo ev bûyer nebin kareset, hewldan hebin.”    ‘EM Ê ŞOPDARÊ MIJARÊ BIN’   Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Wanê Mahmût Dîndar jî silametiya welatiyên ji lêhiyê bandor bûne xwest. Dîndar da zanîn ku ew ê mijarê di her alî de bişopînin û wiha axivî: “Mixabin cihê gund lê ye ne cihekî guncav e. Her sê aliyê wê çem in. Em îsal li vê derê çi bikin mixabin dê di salên pêşiya me de dîsa baran lêhiyê rake û her tiştekî bibe. Divê demildest herêm wek herêma karesatê were îlankirin û divê em gund bibin cihekî ewletir. Em di vê hêlê de bang li rayedaran dikin ku berpirsyariyê xwe bînin cih.”   Lêkolînên şandeyên ên li herêmê berdewam dikin.