Şaredariya Wanê ‘Xwaringeha Gel’ vekir 2024-09-23 14:48:21   WAN - Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Xwaringeha Gel vekir. Xwaringeh dê rojê ji bo 600 kesan xwarinê çêbike û menuyek xwarin bi 70 lîreyî ye.    Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li Parka Beşyolê ya navçeya Rêya Armûşê "Xwaringeha Gel" vekir. Di vekirinê de flamayên şaredariyê û nivîsên weke “Noşîcan Be” hatin daliqandin. Xwaringeha ku dê her roj di saet navbera 12.00’ê nîvro û 17.00’ê êvarê de vekirî be, dê ji bo 600 kesan xwarinê derbixe. Di menuyê de sê cure xwarin hene û bi 70 lîreyî ye. Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, hevşaredarên navçeyên Bêgirî, Rêya Armûşê, Artemêt, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li merasîma vekirinê bûn.   ‘GEL PÊDIVIYÊN XWE YÊN MIROVÎ JÎ NIKARIN BI CIH BÎNIN’   Hevşaredar Neslîhan Şedal ewilî axivî û da zanîn ku ev demeke dirêj e xizanî di nava civakê de heye. Şedal anî ziman ku ji ber vê xizaniyê gelek welatî nikarin pêdiviyên xwe yên mirovahiyê pêk bînin û wiha got: “Li hemberî vê xizaniyê em dikarin bi rêveberiyên xwecîhî re çareseriyê bînin. Lê mixabin xebatên rêveberiyên xwecîhî bi awayekî hovane tên astengkirin. Li dijî van astengkirinan em xebatên xwe dimeşînin û pêdivî û pirsgirêkên gelê me çi bin, em ê çareser bikin. Di vê çarçoveyê de em îro bi gelê xwe re xwaringeha xwe vedikin û em dizanin li hemberî xizaniyê ne çareseriyeke mayînde ye. Em ê cihên bi vî rengî li çend taxên din û navçeyên din jî vekin û bixin xizmeta gel. Em ê marketan jî vekin ku gel ji aliyê aborî ve hinekî rihet bibe. Şaredariyên me yên civakî xwe bi kîjan esasan avakiribe, dê li gorî van esasan jî xwe bi rê ve bibe. Bila vekirina vê xwaringehê bibe vesileya xelasbûna xizantiyê.”   ‘SEDEM NEÇARESERKIRINÊ MESELEYA KURD E’   Hevşaredar Abdullah Zeydan jî axivî û diyar kir ku li hemû welat xizaniyeke gelek giran heye. Zeydan destnîşan kir ku sedema krîza aborî jî neçareserkirina meseleya kurd e û ji edalet û demokrasiyê dûr ketin e. Zeydan bi lêv kir ku divê ev belengazî bi dawî bibe û got: “Em dê ji her aliyan ve alîkariya gelê xwe bikin ku koç nekin û bimînin li ser axa xwe. Derfetên me kêm in lê gelek tiştên ku em bikin jî hene. Di van mehên di pêşiya me de em ê van xebatên xwe yên din jî bi cih bînin. Em ê bi hev re van rojên xerab derbas bikin. Em ê alîkariyê bi ciwanên xwe yên xwendekar re jî bikin û ji bo wan bibin piştevan.”   Piştî axaftinan xwaringeh hat vekirin û welatiyan firavîna xwe li xwaringehê xwar.