Bakirhan: Apê Mûsa gelek tişt hînî me kirin 2024-09-23 17:01:10   MÊRDÎN - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ê tev li şîna Anter Anter bû wiha got: “Em ê têkoşîna xwe heta pêkanîna wekheviya welatiyan ku Apê Mûsa ji bo wê têkoşiya bidomînin.”   Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û şandeya pê re serdana şîna ji bo kurê rojnamevan-nivîskar Apê Mûsa, Anter Anter ê di 20’ê îlonê de jiyana xwe ji dest dabû hatiye dayîn kirin. Bakirhan û şandeya ku ji aliyê endamên partiyê ve li Balafirgeha Mêrdînê hatin pêşwazîkirin, çûn bajaroka Sitîlîlê ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ku şîn lê hatiye danîn. Bakirhan û şandeya pê re ji aliyê Rahşan Anter û gelek kesan ve hatin pêşwazîkirin.    ‘GELEK TIŞT HÎNÎ ME KIRIN’    Bakirhan piştî ji malbatê re sersaxî xwest, derbasî ser gora Mûsa Anter bûn. Bakirhan ê li vir axivî wiha got: “Apê Mûsa mirovekî cuda bû. Bi wêje, çîrok, henekan mûxalefet dikir, gotina xwe ji kesê venedişart, kesên ku li dadgehan ew didarizandin baş dizanî şoreşger û welatparêzekî çawa ye. Apê Mûsa gelek tişt hînî me kirin. Bi nivîsên xwe hînî me kir ku çand û nasnameya me çiqas bi nirx in. Rê nîşanî me da. Apê Mûsa weke bi hezaran kurdan muxalîfên şoreşger hate qetilkirin. Hin têtîkkêş derxistin pêş lê em baş dizanin ku kê ew tetîk kişandine. Hêzên tarî yên di nava sîstemê û dewletê de bi rêxistin bûn, ji bo demekê kesên xwedî li ziman û çanda xwe derdiketin qetil dikirin. Her wiha Apê Mûsa çinareke mezin, mezinekî Kurd ê hêja û Rûspiyê me bû, qetil kirin.”   ‘APÊ MÛSA NEMIR BÛ’    Bakirhan, da zanîn ku ji bo ala Apê Mûsa û hevrêyên wî dewr kiriye bi pêş ve bibin têkoşîna xwe didomînin û wiha berdewam kir: “Kujer di dilê kurdan û karkeran de bi nefret tên bîranîn. Lê Apê Mûsa dijî. Mehmet Ûzûn tiştekî pir girîng gotibû; Mirov ji dayik dibin, dijîn, dimirin û tên jibîrkirin. Lê di berdewama wê de jî ev tişt gotibû; hin kes jî nemir dibin nayên ji bîr kirin. Vaye Apê Mûsa yek ji wan kesên nemir bûne û nayê ji bîr kirine. Em ê wî têkoşîna wî pênûsa wî nivîsên wî ji bîr nakin. Em ê têkoşîna xwe heta pêkanîna wekheviya hemwelatiyan ku Apê Mûsa ji bo wê têkoşiya bidomînin. Ez careke din di kesayeta Apê Mûsa de hemû şehîdên Çapemeniya Azad bi rêzdarî bi bîr tînim.”   Rahşan Anter jî ji kesên hatin re spasiyên xwe pêşkeş kirin û wiha got: “Baş e ku hûn hene.”   Bakirhan, li baxçeyê Mûsa Anter dara hinarê ya ku navê “Jiyan” lê kirin çand.