Meteorolojiyê 9 bajar ji ber barîna zêde hişyar kir 2024-09-24 08:23:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê 9 bajar ji ber barîna zêde û brûskan hişyar kir.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) rapora xwe ya rewşa hewayî ya 24’ê îlonê eşkere kir. Li gorî raporê; dê seranserî welêt biewr be û li Erdexan, Agirî, başûrê Îdirê, Wan û bakurê Erziromê, qeraxên rojhilatê Behra Reş û aliyê Ewropa yê Stenbolê, Karabuk, Bolu û Artvînê barîneke zêde hebe û brûsk vêkevin.    Her wiha hate gotin ku li herêm hundir pileya germahiytê 2-4 pileyan bikeve.