Şaredariya Gundikêmelê ji bo pêşî li qedandina sewalkariyê bigire şivan û gavan girtin 2024-09-24 09:01:02 ŞIRNEX - Şaredariya Gundikêmelê ji bo ku li herêmê sewalkarî bi dawî nebe, ji bo çêlekan û bizinan şivan girtin. Şivanên ku şaredariyê wan bi heq girtiye, 400 serî bizin û 90 çêlekan xwedî dikin.  Li Şirnexê ji ber polîtîkayên dewletê yê ewlehiyê û krîza aboriyê çavkaniyên debarê ya gel jî hêdî hêdî tune dibin. Li herêma Botanê ku piraniya gel debara xwe li ser sewalkariyê dike ji ber qedexeyan, şewitandina daristanan û birîna daran û krîza aborî sewalkarî ber bi tunebûnê ve diçe. Ji ber van sedeman xelk pezê xwe difiroşe û yê ku sewalkariyê dikin hejmara wan her ku diçe kêm dibe. Şaredariya Bajarokê Gundikêmelê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo ku pêşî li vê yekê bigire xebatek da pêşiya xwe. Şaredariyê 2 şivan û gavanek girt. Ev her du şivan û gavan li 400 serî bizin û 90 çêlekan diçêrînin. Xelkê pezê xwe radestî şaredariyê kiriye. Hat zanîn ku hin welatiyên ku pezê wan tune ne jî dixwazin ku pez bikirin û radestî şaredariyê bikin.    ŞIVAN Û GAVAN GIRTIN      Hevşaredarê Gundikêmelê Ferît Artuç têkildajrî mijarê axivî û anî ziman ku wan xwest ku pêşiyê soza ku dane gel û daxwazên gel pêk bînin û got ku li bajarok projeya sereke pêşî li girtina tunebûna sewalkariyê ye. Artuç da zanîn ku dema ew nû hatin hilbijartin di çarçoveya hewcedariyên xelkê bajarok de 2 şivan girtin û wiha got: “Jixwe beriya ku em nehatibûn hilbijartin jî me soza vê dabû gel. Me gotibû em ê gavanekî û sê şivanan ji pezê gel re bigirin. Piştî ku em hatin hilbijartin jî xebata me ya pêşiyê jî ew bû ku em şivanan peyda bikin. Me di destpêkê de îlana wê kir. Ev şivanên ku bên pezê şêniyên bajarok xwedî bikin jî sîgorta wan û pereyê wan em weke şaredariya Gundikêmelê bidin. Jixwe beriya vê projeya me jî şêniyên bajarok li gorî derfetên xwe sewalkariyê dikirin lê belê gelek zehmetî dikişandin. Piştre em hatin me şivan û gavanan girt. Şêniyên gund ê ku pezê wan heye pezê xwe anîn û teslîmî şivanan kirin."    JI BO KU PÊŞÎ LI QEDANDINA SEWALKARIYÊ BIGIRIN   Artuç diyar kir ku armanca wan ew e ku vê projeya xwe mezintir bikinû wiha axivî: “Di vê projeyê de jî armanc dikin ku çend zeviyan bikirin û pez di van zeviyan de kom bikin. Niha çend noqteyên komkirina pez hene lê belê ev der pîçekî dûr dikevin. Ji ber wê di plansaziya me de heye ku em çend zeviyan bikirin ku şêniyên gundik serê sibehê biçin wê derê pezê xwe bidoşe û êvarê jî vegerin malê. Şêniyên bajarokê me debara xwe li ser çandiniyê û sewalkariyê dikin. Derfetê gel nebû ku ji pezê xwe re şivan bigirin. Her wiha krîza aborî her ku diçe zêde dibe. Her weke din zozanên me qedexe dikin û nikarin biçin zozanan jî. Ji ber van sedeman hemûyan gelek kesan sewalên xwe firotin. Weke şaredarî me jî xwest ku pêşiya vî tiştî bigirin. Ji bo ku sewalkarî li herêma me xelas nebe jî me pêwîstî bi vê xebatê dît. Me hejmara sewalên ku em ê ji gel bikirin diyar kiribû û serê her malê 20 bizin digirt. Lê belê hin malbatên me 50 heb tînin û hin ji van jî 20 heb tînin, ev hejmar diguhere. Em ê sala bê hejmareke diyar bikin. Niha gel ji vê xebatê kêfxweş e.”    'DÎSA HER KES DIXWAZE PEZ BIKIRE’      Welatiya bi navê Gulistan Kizil jî bi lêv kir ku li bajarokê wan cara ewile ku xebateke wihê pêk tê û got: "Cara ewil e ku şaredarî di bajarokê me de projeyeke wiha çêdike. Ji ber ku hevşaredarên me di pêşiyê de xebateke wiha dan pêşiya xwe em gelek kêfxweş in. Beriya ku şaredariyê dest bi vê xebatê bike her kesî pezê xwe difirot lê belê li gel vê xebata şaredariyê her kes dîsa pez dikire. Ev tişt jî baş e. Gelek kêfa me ji vê projeyê re hat.”    MA / Zeynep Durgut