Li Stenbol û Mêrdînê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin 2024-09-24 10:37:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Stenbolê û Mêrdînê di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin.    Polîsan vê sibehê li navçeyên Stenbolê bi ser gelek malan de girtin. Endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), DEM Partiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) jî di nav de 6 kes di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin.    Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: Hevberdevka Herêma 1’emîn a DEM Partiyê Dîlber Demîr, rêveberê DEM Partiyê Yusuf Meniye, rêveberê DEM Partiya Navçeya Arnavutkoyê Hayrettîn Erîklî, rêveberê DBP’ê Mustafa Kizilkaya, xebatkarê HDK’ê Şamîl Altan, rêveberê MATUHAY-DER’ê Kalo Bozutmak.   Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Hat zanîn ku biryara sînordarkirinê ango veşarî li ser dosyeyê heye.    MÊRDÎN/QOSER   Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî polîsan bi ser gelek malan de girt. Hat zanîn ku rêveberên HDP'ê yên berê Necla Kaya, Abdulganî Ferîtogûllari û Yasemîn Demîrkaya jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku binçavkiriyan birine Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr.