Li Payîz Pirtûka bi ser de girtin 409 pirtûk û 144 kovar hatin desteserkirin 2024-09-24 11:41:53   AMED - Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de polîsan bi ser Payîz Pirtûkê de jî girtin. Polîsan piştî lêgerîna 4 saetan 409 pirtûk û 144 kovar desteserkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye destpêkirin de polîsan di saetên serê sibê de bi ser Payîz Pirtûkê de jî girtin. Lêgerîna li Payîz Pirtûkê bi dawî bû. Di lêgerîna ku saet 05.00’an dest pê kir û saet 10.00’an de bi dawî bû de gelek pirtûkên aydê Weşanên Aram, Aryen, Sîtav û J&J’yê ku derbarê wan de biryara komkirinê nîne hatin desteserkirin.    Di lêgerînan de bi îdiaya ku derbarê hin kovar û pirtûkan de biryara komkirinê heye û hin ji wan “propagandaya rêxistinê dikin” hin ji wan jî “li gorî fikrên rêxistinê ne” 409 pirtûk û 144 kovar hatin desteserkirin.    XWEDIYÊ WÊ DI BIN ÇAVAN DE YE   Di lêgerînê de rojnameyên “Yenî Yaşam” û “Xwebûnê” nameyên ji girtîgehan hatine, kovarên “Jineolojî” û “Modernîteya Demokratîk” jî hatin desteserkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de xwediyê Payîz Pirtûkê Cîhat Guney jî hate binçavkirin.