DEM Partî giliya sepana bikelemçe kir 2024-09-24 14:24:36   ENQERE - DEM Partî sepana bikelemçe ya li dijî siyasetmedarê girtî Gunay Kûbîlay gilî kir.    Komîsyana Hiqûq û Mafê Mirovan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) sepana kelemçeyê ya li dijî siyasetmedar û berdevkê HDP’ê yê berê Gunay Kûbîlay gilî kir. DEM Partî giliyê li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê kir.    DEM Partiyê di serlêdanê de bal kişand ser vegotinên Kûbîlay ê di 18’ê îlonê de dema ji bo dermankirina diranan sewqî Nexweşxaneya Diranan a Zanîngeha Gaziyê hatiye kirin û wiha hat gotin: “Ji ber bêcezahiştinê rêbazên îşkenceyê yên bi vî awayî hatin berbelavkirin.”    Di giliyê de hat xwestin ku kesên behsê xebarê ji ber sedemên “îşkence”, “astenkirina mafê xizmetên cemaweriyê”, “birîndarkirinê” werin cezakirin.