Hunermendên girtî yên di greva birçîbûnê de ketin 38 kîloyan 2024-09-25 09:01:33 SETNBOL - Endama Grup Yorumê Şura Başer diyar kir ku Rezzan Şengul û Vedat Dogan ên di greva birçîbûnê de ketine bin 38 kîloyan û wiha got: “Êdî bi zehmetî radibin û rûdinin. Divê daxwazên wan bên qebûlkirin.”  Endamên Grup Yorumê Rezzan Şengul û Vedat Dogan piştî êrişa di 6’ê sibatê ya li pêşiya Edliyeya Çaglayanê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin û piştre hatin girtin. Dozgeriyê derheqê Şengul û Dogan de du îdianameyên cuda amade kir û têkildarî êrişa li Çaglayanê tu sûc nedît lê xebatên Grup Yorumê weke hinceta girtinê nîşan da. Piştî biryara girtinê, Şengul û Dogan şandin Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvrî). Mehek piştre jî sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê hatin kirin.    Şengul û Dogan piştî hatin sewqkirin, bi daxwaza girtina girtîgehên bi tîpên Y,S,R’yê û sewqkirina wan a li cem hevalên wan û girtîgeheke nêzî malbatên wan, dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva birçîbûnê ya Şengul di roja 180’an û ya Dogan jî di roja 175’an de berdewam dike.    Danişîna ewil a Şengul dê di 26’ê îlonê de li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Çaglayanê, ya Dogan jî dê di 16’ê cotmehê de li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Bakirkoyê bê lidarxistin.    Endama Grup Yorumê Şura Başer têkildarî rewşa girtiyan axivî.    Başer, diyar kir ku ji bo piştevaniya bi hevalên xwe re ev 27 roj in di greva birçîbûnê de ye û wiha got: “Girtîgehên bi ewlekariya bilind, girtîgehên ‘tîpa bîrê’ ne. Li vir girtiyan terkî mirinê dikin. Berevajî girtîgehên asayî, dîwarên van girtîgehan 12-13 metreyan bilindin. Tenê saetekê dihêlin girtî biçin hewşê, kesek li cem wan nîne û bi tena serê xwe tên ragirtin. Tu nikarî hewayî bistînî, tava rojê tune ye, tiştek nîne tu bikarî cilên xwe yên şûştî hilayîsî, mirov tune ne û name tên astengkirin. Şert û mercên wan giran in.”    ‘DU HUNERMEND LI BER MIRINÊ NE’   Bi domdarî Başer diyar kir ku daxwazên hevalên wan daxwazên rewa ne û dikare bên qebûlkirin. Başer, ev tişt anî ziman: “Ev berxwedan bi daxwaza girtina van girtîgehan dest pê kir. Hevalên me dixwazin ku ji van girtîgehan bişînin girtîgehên nêzî malbatên xwe. Ev daxwaz di demên berê de hatin qebûlkirin. Divê heman tişt were kirin û bên sewqkirin. Lê vedihêlin û asteng dikin. Rewşa hevalên me krîtîk e û heke tiştek neyê kirin dê bimrin. Her du hunermend jî îro li ber mirinê ne. Em hewl didin dengê wan bidin bihîstin. Em dixwazin daxwazên wan bên qebûlkirin.”    ‘KETINE BIN 38 KÎLOYAN’   Başer, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtî rastî zextên giran tên û rewşa wan a tenduristiyê derbasî qonaxeke krîtîk bû. Ev tê wê wateyê ku dê pirsgirêkên tenduristiyê yên mayinde dest pê bikin. Piyên wan ditevizin û çok û lingên xwe hîs nakin. Gehên wan pir diêşin. Kesên di greva birçîbûnê de lîmon, av û şekirê bi kar tînin. Ev her tim lîmonên rizî didin lewma mîdeyê wan diêşe. Dilê wan diêşe û di mijara dîtinê pirsgirêkan dijîn. Jiyana di hucreyê de wan dide zorê. Nikarin 10 deqeyan xwe li ser pêyan bigirin. Nikarin lîmonê guvêşin, diranên xwe bişon û sexbêra xwe bikin. Guhê Vedat ê çepê êdî baş nabihîse û ji ber ku gehên rûyê wî qels bûne nikare bilivîne. Di rabûn û rûniştinê de zehmetiyan dikêşin û nikarin rast bisekinin. Îro ketine bin 38 kîloyan.”    DÎROKÊN DANIŞÎNAN    Têkildarî rojên danişînan jî Başer ev agahî parve kir: “Danişîna Rezan Şengulê dê di 26’ê îlonê saet di 10.40’ê de li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Çaglayanê bê lidarxistin û ya Vedat Dogan jî di 16’ê cotmehê saet di 14.00’ê de li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Bakirkoyê bê lidarxistin. Em bang li hemû rewşenbîr, parlamenter, hunermend û gelê xwe dikin ku beşdar bibin. Em banga xwedîderketina li Rezan Şengul û Vedat Dogan li her kesî dikin. Hevalên me li ber mirinê ne û em dixwazin ew bijîn.”