Li Stenbolê amadekariyên mitînga 13'ê Cotmehê dest pê kirin 2024-09-25 09:02:14 STENBOL - Hevberdevkê Herêma 2'yemîn a Stenbolê ya DEM Partiyê Samet Ayaz diyar kir ku xebatên wan ên di çarçoveya mitînga 13'ê Cotmehê de dewam dikin û banga "Werin em li Amedê li dijî tecrîd, zext, xizanî û wêraniyê li hev bicivin." Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" wê di 13'ê Îlonê de li Amedê mitîngeke mezin li dar bixe. Amadekariyên mitînga ku bi dirûşmeya “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê em li Amedê li hev dicivin” bê lidarxistin, dewam dikin. Hevberdevkê Herêma 2'yemîn a Stenbolê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Samet Ayaz bang li hemû pêkhateyên civakê kir ku beşdarî mîtîngê bibin.   WÊ XEBATÊN MÎTÎN DEST PÊ BIKIN   Ayaz diyar kir ku wan li Stenbolê hem koordînasyona herêmî û hem jî ya navçeyî ava kiriye. Ayaz diyar kir ku li gel karên xwe yên malan ew ê belavokan belav bikin, pankart û afîş daliqînin û ji Stenbolê tevlîbûneke xurt bikin. Ayaz got: "Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bandorê li hemû gelan dike. Ji bo bidawîkirina tecrîdê û ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan em vê têkoşînê berfireh dikin. Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser gel em vê mîtîngê li dar dixin. Bi vî rengî mîtîng dê li Amedê pêk were."   Samet Ayaz    'DIVÊ GEL DENG DERXÎNIN'   Ayaz anî ziman ku ji ber hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re di salên 2013-2015'an de di dema "pêvajoya diyalogê" de atmosfera aştiyê li welêt serdest bûye û got: "Tirkiyeyê kengî dawî li van hevdîtinan anî û hevdîtin hatin astengkirin û tecrîd hat ferzkirin, hem aboriya vî welatî têk çû û hem jî ev polîtîkayên li ser gel zêde bûn û xizanî û bêkarş zêde bû. Divê gel li dijî vê bên cem hev û deng derxînin. Divê bêjin ev şaş e. Divê em ji faşîzma AKP-MHP'ê re bêjin ku ev polîtîka şaş in. Ev polîtîka ne tenê li ser gelê kurd, bandoreke neyînî li hemû gelên Tirkiyeyê dike. Ger kes danekeve kuçeyan û têkoşînê xurt neke û kes danekeve qadan wê desthilat jî zexta xwe û zilma xw ebidomîne."    BANGA BEŞDARBÛNÊ   Ayaz banga tevlibûna mitîngê kir û wiha got: "Em li Amedê li dijî kesên ku komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê pêk anîn, li dijî qirkirin û xizaniya li ser civakê, tecrîd û zextan pêk tînin bên cem hev. Ger em vê weke têkoşîna rûmetê bibînin, nexwe pêwîst e divê em bi girseyî beşdarî vê mîtîngê bibin."