43 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: 600 serlêdan bê encam man 2024-09-25 09:54:24   STENBOL- Nêzî 43 meh in tu agahî ji ji Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye nayê girtin. Di vê pêvajoyê de 600 serlêdanên ku hatin kirin bê encam man.   Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê 43 meh in tu agahî nayê girtin. Abdullah Ocalan herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi parêzerên xwe re, di 3’ê Adara 2021’ê de jî bi malbata xwe re hevdîtin pêk anîbû. Herî dawî di 25'ê Adara 2021'ê de bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin pêk anîbû, lê ew jî di nîvî de hatibû qutkirin. Piştî vê hevdîtinê tu agahî ji Abdullah Ocalan û her sê 3 girtiyên din nayê girtin.   600 SERLÊDAN BÊ ENCAM MAN   Rewşa Îmraliyê di lîteratura hiqûqa navneteweyî de weke “incommunicado” tê binavkirin. Serlêdanên parêzer û malbatan ên li dijî vê rewşê dewam dikin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û malbat her hefte serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin û daxwaza hevdîtinê dikin. Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve herî hevdîtin Ocalan re nehatiye kirin. 414 jê yên parêzeran û 186 jî yên malbatê bi giştî 600 serlêdan li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Girtîgeha Îmraliyê hatin kirin. Lê belê ev serlêdan an bêbersiv hatin hiştin an jî bi hinceta “cezayên dîsîplînê” ya bêsedem hatin redkirin.   LI EWROPAYÊ 'MEŞA DIRÊJ'   Çalakiyên gerdûnî yên li dijî tecrîda mutleq a li Îmraliyê hatine destpêkirin dewam dikin. Ciwanên kurd û enternasyonalîst ên li bajarên Ewropayê di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" de dest bi "Meşa Dirêj" kirin. Meşa 31’ê Tebaxê li Lozana Swîsreyê dest pê kir, li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Cenevreyê bi dawî bû. Di navbera 15 û 20’ê Îlonê de ji bajarê Bielefeld ê Almanyayê ber bi Dûîsbûrgê ve meşek hat lidarxistin. Di meşan de îşaret bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan hat kirin û doza azadiya wî ya fizîkî hat kirin.   WÊ DI 13'Ê COTMEHÊ DE MÎTÎNGEKE MEZIN BÊ LIDARXISTIN'   Komek rewşenbîr, nivîskar û parêzvanên mafên mirovan ên Kurdistanî û Tirkiyeyê di 5’ê Îlonê de li Amedê “Hewldana Li Dijî Tecrîdê Edalet” îlan kirin. Hewldanê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew li dijî tecrîdê bi hemû pêkhateyên civakê re li hev kom dibin. Platforma Saziyên Demokratîk jî di 12'ê Îlonê de li Amed û Stenbolê daxuyanî dan û deklere kirin ku wan kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" derbasî qonaxeke nû kiriye. Wê di vê çarçoveyê de li Amedê bi dirûşmeya “Em li dijî Komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê em li Amedê li hev kom dicivin” mîtîngeke mezin bê lidarxistin.   HEWLDANÊN XELATGIRÊN NOBELÊ   69 xelatgirên Nobelê di Tebaxê de ji Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê (KE BK), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) re name şandin. Bersivên nameyê ji AÎHM, KE-BK û CPT’ê hatin wergirtin.  Di nameyê de ku ji DMME’yê hat şandin de spasiya xelatgirên Xelata Nobelê hate kirin û hat gotin ku mijara şert û mercên girtîgehê yên Abdullah Ocalan bala wan dikişîne û di nameya li ser navê KE BK'yê de jî hat gotin ku di civîna 1507 a Komîteya Wezîran de mijara şert û mercên Abdullah Ocalan hatiye lêkolînkirin. CPT'yê jî di bersiva xwe de bilêv kir ku rewşa kesên li Îmraliyê dişopînin û îşaret bi serdana CPT'yê ya di Îlona 2022'yan de hat kirin.    BANGAWAZÎ   Zêdeyî hezar û 500 parêzer û saziyên hiqûqên yên navneteweyî ji bo Abdullah Ocalan ji Wezareta Dadê re name şandin. Di nameyê de hat destnîşankirin ku hevdîtina bi Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê bi awayekî derhiqûqî tê astengkirin. Parêzeran xwestin ku biçin Girtîgeha Îmraliyê.    BAKANLAR KOMİTESİ ‘UMUT HAKKI'NI TARTIŞTI   Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê piştî 3 salan careke din biryara DMME'yê ya der barê Abdullah Ocalan ku di sala 2014'an de dabû û gotibû "mafê hêviyê" ji ber cezayê heta hetayê tê binpêkirin, xist rojeva xwe. Komîteyê di civîna xwe ya di navbera 17-19'ê Îlonê de li dar xist de biryara "binpêkirinê" nirxand. Komîteyê di biryara xwe de ji Tirkiyeyê xwest ku demildest tedbîrên pêwîst bigire. Komîteyê hişyarî da ku ger gav neyên avêtin dê di civîna Îlona 2025’an de biryara navberê bê amadekirin.   MA / Îbrahîm Irmak