Hejmara binçavkiriyan derket 29’an 2024-09-25 14:41:22   AMED - Hejmara kesên di çarçoveya lêpirsîna li Amedê hatiye destpêkirin de hatin binçavkirin derket 29’an. Dema binçavkirinê ya binçavkiriyan 24 saetan hate dirêjkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de duh bi ser Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), Payîz Pirtûk û Kooperatîfa Perwerdeya Ziman û Çandê ya Ankayê û gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinan de pirtûk, kovar û materyalên dijîtal hatin desteserkirin. Têkildarî lêpirsînê biryara nepeniyê hate dayin. Dema biryara qedexeya hevdîtina a bi parêzeran re bi dawî bû û parêzeran îro bi miwekîlên xwe re hevdîtin kirin.    Binçavkirî li Şaxa TEM’ê ya Amedê tên ragirtin û hat zanîn ku biryara dirêjkirina binçavkirinê hatiye dayin. Parêzeran diyar kirin ku hinek miwekîlên wan nexweş bûn û pirsgirêka peydakirina dermanan dijiyan lê piştî hevdîtinan ev pirsgirêk hatiye çareserkirin.    BÎTKÎN A LI ÎZMÎRÊ HATIYE BINÇAVKIRIN ANÎN AMEDÊ    Belkis Suleymanoglû Bîtkîn a di çarçoveya lêpirsînê de li Îzmîrê hatibû binçavkirin jî anîn Amedê. Hat zanîn ku Şehrîban Ayluçtarhan a li Stenbolê hatibû binçavkirin hêj ne anîne Amedê.    HEJMARA BINÇAVKIRIYAN ZÊDE BÛ   Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Hevserokên MED-DER’ê Mehmet Remzî Azîzoglû û Şukran Yakut, Rifat Ronî, Ramazan Holat, Dîlan Guvenç, Nazan Çelîk, Rezan Aktulum, Bêrîtan Gurbet Orak, Bêrîvan Duman, Ayhan Karatekîn, Belkisa Suleymanoglû Bîtkîn, Cîhat Guney, Mehmet Salih Ongun, Îlyas Gun, Hebûn Yagmûr, Mîne Karakaş, Ahmet Boltan, Rabîa Karayil, Îpek Oyur, Fatma Îgîn, Mûstafa Açmaz, Hasan Gurpinar, Şîlan Elmas Kan, Şehrîban Ayluçtarhan, Niştiman Gul û Cîhat Çagrici, Yaşar Aslan, Jiyan Yagmûr û Hasan Îkvan.”