Ji Şamê daxuyanî: Heta ku şertê vekişînê qebûl nekin em ê li ser maseyê nerûnin 2024-09-26 15:26:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji şêwirmendên Beşar Esad Bûseyna Şaban, diyar kir ku rayedarên li Tirkiyeyê “nêzîkatiya bi Sûriyeyê re” ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin û wiha got: “Heta ku şertê vekişînê qebûl nekin em ê li ser maseyê nerûnin.”   Yek ji şêwirmenda paye bilind a Serokê Dewletê yê Sûriyeyê Beşar Esad, Bûseyna Şaban têkildarî têkiliyên Enqere û Şamê daxuyanî da. Şaban di daxuyaniya xwe ya piştî axaftina Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan a 21 'ê Îlonê de diyar kir ku rayedarên tirk hewl didin mijara “nêzîkbûna bi Sûriyeyê re” ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin.   ‘LI SER AXA ME PÊVAJOYA TIRKBÛNÊ TÊ MEŞANDIN’    Şaban, wiha berdewam kir: “Îro Tirkiye, qismekî hêja û dewlemend ê bakurê rojavayê Sûriyeyê dagir dike û pêvajoyeke bixeter a tirkkirinê dide meşandin.” Şaban destnîşan kir ku danûstandinên bi Tirkiyeyê re girêdayî pêkanîna rêgeza vekişîna ji axa Sûriyeyê ye û got ku dema behsa pêvajoya “asayîbûnê” tê kirin Enqere “bi awayekî xapîner” tevdigere. Li gorî rojnameya El Ereb a li Londrayê weşanê dike, Şabah wiha got: “Erdogan, dema beriya hilbijartina Serokkomariyê ya Tirkiyeyê qala daxwaza xwe ya nêzîkatiya bi Sûriyeyê re kir armanca wî serkeftina hilbijartinê bû lê tu tiştên ku pêşkeş dikirin tune bû. Dixwazin tiştên li qadê dikin bidomînin, axa me dagir bikin, hawîrdorê wêran bikin û êrişî kurdan bikin.”   ‘DIVÊ JI AXA SÛRIYEYÊ VEKIŞE’    Şaban a gotinên Esad bi bîr xistin wiha domand: “Me ragihand ku divê Tirkiye şertê vekişîna ji xaka Sûriyeyê qebûl bike. Me negot bila tavilê vekişin, lê eger naxwazin vê prensîbê qebûl bikin, em ê li ser maseyê nerûnin.”   Serokkomar Erdogan di daxuyaniya xwe ya beriya çûyîna Amerîkayê de amadebûna xwe ya ji bo hevdîtina bi Beşar Esad re ji bo asayîkirina têkiliyên di navbera her du welatan nîşan da û diyar kir ku ew div ê mijarê de li benda bersivekê ne.”