Êrişkarên avahiya DEM Partiyê nayên darizandin 2024-09-27 09:04:44 EDENE - Parêzer Fûnda Bûyrûk diyar kir ku di sala dawî de 2 caran êrişî li avahiya DEM Partiya Edeneyê bûne, lê berpirs nehatine darizandin û got: "Gava mesele DEM Partî be, hiqûq nayê xebitandin."  Di sala dawî de 2 caran êrişî avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Edeneyê hat kirin ku 24 saetan di bin çavdêriya polîsan de ye.  Êrişa yekem di 20'ê Tebaxa 2023'yan de ji aliyê jina bi navê A.C. ve hat kirin. A.C. piştî ku madeyên sotîner û lênûskeke vala danî ber deriyê partiyê û çû, endamên partiyê ew zevt kirine û radestî polîsan kirin.    Di daxuyaniya Walîtiya Edeneyê de ku piştî hewldana êrişê ji çapemeniyê re hat dayîn, hat îdiakirin ku derûniya A.C.yê ne baş e. Di îdianameya hat amadekirin de îfadeyên A.C.'yê jî cih girtin. A.C. di îfadeyê de derpêş kir ku wê lênûsk û madeya sotîner bi "henekî" daniye ber derî. Serdozgeriyê komarê îdianameyê bi "gefa bi çekê" amade kir û Dadgeha Ceza ya Asliye ya 8'an a Edeneyê jî îdianameyê qebûl kir. Danişîna dozê wê di 3'yê Cotmehê de bê lidarxistin.   Parêzer Fûnda Bûyrûk   Êrişa duyan jî di 21'ê Adara 2024'an de pêk hat. A.M.T. û U.Y.K. hatin ber avahiyê û di bin çavdêriya polîsan de çêr, heqaret û gef li endamên partiyê kirin. Tevî polîs li cihê bûyerê bûn jî, êriş berdewam kirin. Der barê A.M.T. û U.Y.K. de bi sûcê “heqaretê” girtename hat amadekirin û û hatin berdan. Lêpirsîna der barê mijarê de zêdetirî 6 meh in bi dawî nebûye.   Endama Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê parêzer Fûnda Bûyrûk diyar kir ku dosyeya lêpirsînê zêdeyî 6 meh in di refê de tê girtin û got: "Di dosyeyê de tu pêşketinek çênebûye. Piştî îfade hatin girtin, fezleke hatin amadekirin û ji dozgeriyê re hatin şandin, lê 6 meh in tu gavek nehatiye avêtin. Eger ev êriş li dijî partiyeke din bûa, dê îdianame di nêz de bihata amadekirin. Lê gava mesele dibe DEM Partî, dosye bi derengî tê xistin."   Bûyrûk got: "Gava mesele DEM Partî be, hiqûq nayê xebitandin. Em dixwazin hiqûq bê xebitandin."   MA / Hamdûllah Yagiz Kesen