Ji Sakik banga ji bo 'Mitînga Azadiyê': Divê bi sedhezaran kes bi hev re dengê aştiyê bilind bikin 2024-09-27 09:33:06                 AGIRÎ - Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik diyar kir çaresernekirina meseleya kurd Tirkiye veguherandiye welatekî ku mirov lê nikare bijî. Sakik, ji bo mitînga ku dê di 13'ê cotmehê de li Amedê bê lidarxistin jî bang kir û xwest her kes dengê aştiyê bilind bike.    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê 43 meh in tu agahî nayên girtin. Abdullah Ocalan herî dawî di 25'ê adara 2021'ê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê hevdîtin kiribû, ew jî di nîvî de hatibû qutkirin. Ji wê rojê heya niha ne parêzer ne jî malbat nikarin hevdîtinê bikin.   Bertekên li dijî tecrîda ku ji sala 1999'an û vir ve didome zêde bûn. Kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" ku di 10'ê Cotmeha 2023'yan de bi pêşengiya rewşenbîr, nivîskar û akademîsyenên ji 74 welatan hat destpêkirin, derbasî qonaxeke nû bû. Di vê çarçoveyê de Platforma Saziyên Demokratîk di 12’ê Îlonê de ragihandibû ku ew ê di 13’ê Cotmehê de li Amedê bi dirûşmeya “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê em li Amedê li hev kom dicivin" mitîngeke mezin li dar bixin.   Parlamenterê Agiriyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sakik tecrîda mutleq, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û kampanyaya ku tê meşandin nirxand.   ‘TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ DEST PÊ KIR LI TEVAHIYA CIVAKÊ BELAV BÛ'   Sakik bal kişand ser tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi bîr xist ku pêvajoya diyalogê ya di navbera salên 2013-2015'an de bi Abdullah Ocalan re hat meşandin, ji aliyê AKP'ê ve hatiye qedandin û got ku ji bo çareseriya pirsgirêkê pêdivî bi diyalogê heye. Sakik bal kişand ser pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re û got: “Pêvajoya çareseriyê’ ya di sala 2013’an de dest pê kir, ji bo hemû civakê bû hêviyek. Di wê demê de me dît ku birêz Ocalan ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd aktorekî çiqas girîng e. Di wê demê de, li Tirkiyê çend salan xwîn neherikî û tundî çênebû. Wê demê hêviyeke mezin ya ji bo aştiyê çêbûbû. Lê piştî hilbijartinên giştî yên 2015’an ku AKP di hilbijartinê de têk çû, teslîmî dewleta kûr bû. Yên ku heta niha qetlîamên kiryar nediyar kirin û kurd qetil kirin, AKP’ê teslîm girtin. Ji wê rojê heta niha ji jî polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê dest pê kir, li ser hemû civakê tê meşandin."   Sakik anî ziman ku ji wê demê ve gel êşên mezin kişandine û got: “Krîza aborî ya ku îro Tirkiye tê de ye her roj gelan xizan dike. “Sedema vê xizaniyê pirsgirêka kurd e ku li Tirkiyeyê berdewam dike û bi rêyên demokratîk nayê çareserkirin."   ‘MUXATAB BIRÊZ OCALAN E'   Sakik bilêv kir ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd bi Ocalan pêkan e û got: “Muxatabê pirsgirêka kurd birêz Ocalan e. Tirkiye ketiye rewşeke bêserûber. Yekane rêya derketina ji vê yekê diyalog û muzakereya bi birêz Ocalan re ye. Polîtîkaya tecrîdê ya ku tê meşandin, ne di hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê û ne jî di hiqûqa navneteweyî de tu beramberiyeke wê nîne.  Qedexeya hevdîtina bi malbat û parêzerên birêz Ocalan re 43 meh in didome. Em dibînin ku li vir qanûn nîne. Li cihê ku hiqûq tune be mirov nikare qala edalet û aştiyê bike. Divê Tirkiye demildest ji vê xitimandinê derkeve. Lewma divê polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê tê meşandin bê rakirin.  Em destnîşan dikin ku divê birêz Ocalan demildest bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike."   ‘MESELEYA KURD BI TUNDIYÊ ÇARESER NABE'    Sakik diyar kir ku dewlet bi tundî û zextan bersivê dide bangên çareseriya demokratîk ên pirsgirêka kurd û got ku çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd pêkan e û her kes dizane ku Ocalan aktorekî girîng e ê vê yekê ye.    Sakik diyar kir ku heta tecrîd bidome dê hawirdora şer û tundiyê jî bidome û got: “Eger siyaset hunera çareseriya pirsgirêkan be, ger aktorên siyasî ji vî welatî hez dikin û naxwazin zarokên kurd û Anatolyayê bimirin, nexwe divê demildest rêyên muzakereyê ji bo pirsgirêka kurd vekin. Divê Tirkiye bi kurdan re hiqûqkeê çêbike. Pirsgirêka kurd bi polîtîkayên zext û tundiyê çareser nabe. Pirsgirêk bi qedexekirin û înkarkirina zimanê kurdan çareser nabe. Bi girtina kurdên ku govendê digerînin çareser nabe. Ev dînîtî ye. Her cure êriş li dijî kurdan hatin kirin, lê kurdan gavekê jî paşve neavêt. Kurd, hem ji bo têkoşînê û hem jî ji bo aştî hene. Em daxwaz dikin ku demildest rêyên danûstandinan bên vekirin."    BANGA JI BO MITÎNGÊ   Sakik diyar kir ku ew ji bo aştiyê bi salan e têdikoşin û her kesî vexwand mitînga ku wê di 13'ê Cotmehê de li Amedê bê lidarxistin. Sakik got: “Em hewl didin vî dengê aştiyê bi rêxistin bikin. Divê di 13’ê Cotmehê de bi sed hezaran kes li Amedê bên cem hev. Divê em aştiyê bi dengekî bilind biqîrin. Divê em hemû tecrîda li ser birêz Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bişkînin. Li vî welatî qanûn hene û em dixwazin ev qanûn bên şopandin. Hiqûqa navneteweyî jî dixwaze ev bêhiqûqî ji holê bê rakirin û dem bi dem di vî warî de Tirkiyeyê hişyar dike. Ya ku wê Tirkiyeyê ji vê xitimandinê derxîne, vejandina wê manîfestoyê ye ku di navbera salên 2013-2015'an de dest pê kir û ji Îmraliyê hat. Bi vî awayî, em hemû dikarin ji vê deryaya xwînê rizgar bibin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku di 13’ê Cotmehê de ji bo aştî û şikandina tecrîdê li Amedê dakevin qadan. Divê gelê me di 13’ê Cotmehê de li Amedê be û dengê xwe yê aştiyê bilind bike.”