Pevçûnên Îsraîl-Hîzbullahê: Wê pevçûn heta hilbijartinên DYA'yê bidomin û gur bibin 2024-09-27 10:14:17   STENBOL  - Pispora înformatîkê Fusun Sarp Nebîlê teqandina amûrên bangawaziyê yên ji aliyê Îsraîlê ve li Lubnanê tên kirin wekî êrişeke sîxûrtiyê pênase kir. Pisporê Rojhilata Navîn Îslam Ozkan jî anî ziman ku dê şer heta hilbijartinên Amerîkayê dijwartir bibin.    Pevçûnên dualî yên ku piştî ku Îsraîl endamên Hîzbullahê li Lubnanê bi teqandina amûrên bangawaziyê û bêtêlan hedef girtin dest pê kirin, her  diçe dijwartir dibin. Wezîrê Hawirdorê yê Lubnanê Nasir Yasîn ragihand ku ji 8'ê Cotmeha 2023'yan ve ji destpêka şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de hejmara kuştiyan li welêt bûye hezar û 247 û hejmara birîndaran jî bûye 5 hezar û 278.   Pispora Înformatîkê Fusûn Sarp Nebîlê û Pisporê Rojhilata Navîn Îslam Ozkan êrişên Îsraîlê nirxandin û diyar kirin ku heta hilbijartinên DYA’yê dê aloziya Îsraîl û Hîzbullahê zêdetir bibin.   ‘ÊRIŞEKE SÎXÛRTIYÊ'   Pispora Înformatîkê Fusûn Sarp Nebîlê diyar kir ku ji aliyê Îsraîlê ve li Lubnanê teqîndina amûrên bagawaziyê û bêtêlan êrişeke fizîkî û casûsiyê ye. Nebîlê anî ziman ku bombeya ku di amûra Hîzbûllahê hatiye bikaranîn bicihkirina di amûreke teknolojiyê ya hêsan de ye û got ku ev tê wateya êrişeke elektronîk, teknolojî û sîberê. Nebîlê got: “Bi kurtî 20 gram teqemenî di nav amûrên bangawaziyê deyên Hîzbullahê de hatiye bicihkirin û ev bi qumandayeke ji dûr ve hatiye teqandin. Tenê tişta ku li vir cuda ye pirjimariya hejmaran e. Endamên Hizbullahê bi giştî 5 hezar amûr bi awayekî komî kirîne. Xebera vê kirîna komî berê hatiye girtin û di her amûreke bangawaziyê de 20 gram teqemenî hatiye bi cih kirine. Hindîmenên têkildarî vê yekê jî hene. Kesên ku amûrên bagawaziyê hilgrtine, piştî dengê bîpê xwestine li peyama hatine mêze bikin. Gava mêze kirine çavên xwe û yên amûrê xistine ber xwe jî gurçikên xwe winda kirine."   ‘ORGANÎZASYONA SÎXÛRÎ Û ÎSTIXBARATÊ'   Nebîlê bal kişand ser girîngiya çawaniya organîzekirina vê êrişê ya Îsraîlê û wiha got: “Jixwe ev amûrên bagawaziyê berê di destê Hîzbulahê de hebûn. Lê di encama kuştina çend serdar û serkirdeyên Hîzbulahê de, pê hesiyane ku di telefonên destan û amûrên bangawaziyê di dest wan de kêmasiyek heye. Piştî vê rabûne amûrên nû kirîne. Li vir tişta girîng ew e ku Îsraîl çawa pê hesiyaye ku wan ev amûr çawa stendine. Wisa xuya dike ku Îsraîl dikare ji Hizbullahê agahiyan wergire. Bi peyameke ku ji van amûran re hatiye şandin ew xistine nava tevgerê. Li vir organîzasyoneke casûsî û îstixbaratê heye."    Nebîlê got: “Li aliyekî Îsraîl heye, li pişt wê DYA, li aliyê din jî Îran, Lubnan û Filistîn hene. Îsraîl têkildarî teqînên di amûran de daxuyaniyeke fermî nedaye. Li gorî ku ez dibînim, ev jî hewldanek e ji bo çêkirina atmosfereke çavtirsandinê ye."    OZKAN: BERÊ ÊRIŞEKE BI VÎ RENGÎ TUNE BÛ   Pisporê Rojhilata Navîn Îslam Ozkan jî diyar kir ku êrişeke mîna êrişa bi amûrên bangawaziyê ya Îsraîl'ê heta niha nehatiye kirin û got ku vê êrişê karakterê şer guhertiye. Ozkan da zanîn ku li cîhanê êrişên bi sînyalên dûr tên kirin, lê belê ev êrişên noqteyî ne û got: “Mînak, yek ji fermandarê berê yê Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam ên Hamasê Yahya Abdullatîf Ayyaş bi vî awayî hat kuştin. Lê heta niha êrişeke wiha mezin neqewmiye. Dema em li bûyera kuştina Haniye ya li Tehranê dinêrin, em dibînin ku sînyalên telefonên destan rol lîstine. Li vir em dibînin ku ev êriş di encama bikaranîna agahiyên îstixbaratê, amûrên teknîkî û teknolojiyên nû de hatiye kirin. Ji ber vê yekê ger piştî vê qonaxê tedbîr neyên girtin, Îsraîl dê êrişên bi vî rengî berdewam bike."   Ozkan diyar kir ku ne diyar e ku şer ji aliyê stratejîk ve derbasî qonaxeke din bûye yan na û got ku Hîzbullah bi mûşekên tund li Bakurê Îsraîlê mîsîllemeyên mezin pêk aniye. Ozkan bersivnedana Hîzbullah û Îranê ya lezgîn a li hemberî êrişên Îsraîlê jî wekî "sebra stratejîk" bi nav kir û got: "Ev pêvajoya sebra stratejîk di her kêliyê de dikare were şikandin. Ya rast her tim îhtîmala ku veguhere şerekî mezin heye. Lê ji ber ku ev yek ne li gorî Hizbullah û Îranê ye, ew ê şer gurtir neke."   HÎZBULLAH DIXWAZE ÎSRAÎLÊ BER BI ŞERÊ BEJAHIYÊ VE BIKIŞÎNE   Ozkan bal kişand ku îhtîmala ku Hîzbullah Îsraîlê bikişîne başûrê Lubnanê û êrişeke bejayî bike heye û wiha got: “Hizbullah bi şerê gerîlla yê bi artêşa Îsraîlê re li ser bejahiyê dibe ku zirarên mezin bide Îsraîlê.   Îsraîl dema li Xezeyê şer dike, naxwaze li Bakur eniyeke xwe veke. Lê sînorê vê yekê heye. Îsraîl dikare li ber çavan êrişeke bejayî ya wiha bike. Lê ev dê nebe dagirkeriyeke mezin wekî ya ku di sala 1982'yan de li Beyrûdê kir. Dibe ku ew operasyoneke bejayî ya sînordar, bi piranî heta çemê Lîtanî li başûrê Lubnanê, an jî bi armanca avakirina kantonekê li wir dest pê bike. Operasyoneke bi vî rengî ya bejahî dibe ku bibe sedema hin windahiyan. Bi gotineke din, dibe ku Hîzbullah ji bo ku Îsraîlê bikişîne nava operasyoneke bejayî, xefikekê amade dike.”   ARMANCA ÎSRAÎLÊ YA LI BAKURÊ LUBNANÊ   Ozkan diyar kir ku pirsgirêka herî mezin a Îsraîlê ya niha valakirina bajaroka Kiryat Şmona ya li nêzî sînorê Lubnanê û koçberkirina nêzî 100 hezar welatiyên Îsraîlî ye û wiha got: “Ev kesên koçber li bajarên cuda yên Îsraîlê tên belavkirin. Ev mesref û barekî mezin li ser Îsraîlê çêdikin. Yek ji armancên herî mezin ên Îsraîlê ew e ku kesên derbider vegerin van wargehan. Lê niha tiştekî ku dikare wê misgoger bike tune. Tiştekî wan nîne ku rê li ber avêtina mûşek û rokêtên Hizbullahê bigire. Sîstema Qubeya Hesinî ku li dijî mûşekên Hamasê hatiye pêşxistin, nikare piraniya mûşekên ku di rojên dawî de ji aliyê Hizbullahê ve hatine avêtin asteng bike. Pergala Qubeya Hesinî jî ne pir parastgir e."    BANDORA HÎZBULAHÊ YA LI LUBNANÊ   Ozkan îşaret bi wê yekê kir ku Hîzbullah heta niha çekên xwe yên payebilind bi kar neaniye û got ku îhtimal heye ku di nav van çekan de fuzeyên balîstîk an jî fuzeyên bi bandoreke pir zêde hebin. Ozkan da zanîn ku piştî êrişê heta niha 30 leşkerên Îsraîlê û li derdora 450 çekdarên Hîzbullahê jiyana xwe ji dest dane û got: “Eger tundiya şer zêde bibe, Hîzbullah dikare çekên pir bi bandortir bi kar bîne. Di heman demê de ew dikare li cihên pir stratejîk jî bixe, di nav de depoyên kîmyewî ku dibe sedema kuştiyên sivîlan. Îsraîl dikare êrişên pir bi bandortir li dijî wê bike. Şerê Îsraîl û Hizbullahê ne şerê du dewletan e. Hizbullah ne dewletek e, lê li Lubnanê rêxistineke pir bibandor e. Rêxistineke ku piştî sala 2006’an bi desteka hikûmet û artêşê xwe gelekî pêş xistiye. Em dizanin ku ew tunelan pir bi bandor bi kar tîne û moşekan di wan tunelan de vedişêre. Ji ber vê yekê, her çiqas Îsraîl fermandarên payebilind ên Hizbullahê kuşt jî, ev nayê wê wateyê ku di dawiyê de di vî şerî de bi ser ket."   ŞERÊ BEJAHIYÊ   Ozkan destnîşan kir ku ne diyar e ku wê ev şerê ne pir dijwar veguhere şerekî dijwar an na û got: "Her çendî Îsraîl heta niha windahiyên mezin dabe Hamasê jî, nikaribûye kapasîteya Hamasê ya nûkirinê xwe ji holê rake. Ji ber vê yekê Îsraîl ne li Xeze û ne jî li Bakur negihaşt tu armanceke xwe. Negihaştina armancên xwe dibe sedem ku Netanyahu hîn radîkaltir bike. Heta hilbijartinên Amerîkayê agirbest nexuyaye. Netanyahu piştgirî dide Trump û hêvî dike ku Trump bi ser bikeve. Dê ev şer heya hilbijartinên Amerîkayê gurtir bibe. Mirov dikare bibêje ku êrişên bi vî rengî dê li Rojhilata Navîn zêde bibin, nemaze jî piştî teqandina amûrên bagawaziyê."   ‘ARMANC ÎRAN E'   Ozkan da zanîn ku şerên teknolojîk ên heyî ji bo rêxistinên gerîlayan bi taybetî di warê diyarkirina cih de gelek dezavantaj in û wiha berdewam kir: “Dewlet bi bikaranîna hemû îmkanên teknolojîk dikarin şer ber bi qonaxeke din ve bibin. Lê ya sereke li vir îstîxbarata ragihandinê ye. Ev her du hêmanên sereke ne. Aliyê ku di vî warî de herî zêde amûran bi kar tîne, dibe ku li hember aliyê din avantajê bi dest bixe. Pêşiya vî şerî vekiriye û wê heta hetayê bidome. Armanca Îsraîlê ew e ku eger mumkin be dewlet û rêxistinên wekî Îranê ku wekî dijminê xwe yê hebûnî dibîne tune bike. Yanî tê wateya xistina Îranê. Îran, DYA û Hizbullah naxwazin ev şer li herêmê belav bibe. Eger Kamala Harris di hilbijartinan de bi ser bikeve, ez bawer dikim ku dê di nav çend mehan de agirbestek pêk were."   MA / Esra Solîn Dal