Hat îdiakirin ku mamosteyekî zarokek tacîz kir 2024-09-27 15:03:10   MÊRDÎN - Hat îdiakirin ku zarokek keç li navçeya Nisêbînê ji hêla midûrê dibistanê ve hate tacîzkirin.    Hat îdiakirin ku zarokek keç a li pêşdibistaneke navçeya Nisêbîn a Mêrdînê dixebitî, rastî tacîza sîstematîk a midûrê dibistanê O.Z. hat. Her wiha hate diyarkirin ku O.Z. ji bo kesek bi rewşê nezane, gef li zarokê xwariye.    Li gorî agahiyan; zaroke keç rewş bi malbata xwe re parve kir. Li ser vê yekê malbatê agahî da Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê. Tevî giliyê malbatê jî midûriyetê derheqê midûr de tu tiştek nekir. Malbata zarokê di 20’ê îlonê de çû dibistanê bi O.Z. re nîqaş kir. Bi mezinbûna nîqaşê re polîs û Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê Umît Çelebî hatin dibistanê.    O.Z., tacîz înkar kir. Hat zanîn ku ji bo malbat gilî neke hatiye qanehkirin.    Hat ragihandin ku O.Z. piştî bûyerê îstîfa kiriye.