Wêneyên hunermend û nivîskarên kurd li ser dîwaran hatin neqişandin 2024-09-28 09:06:33 ÊLIH - Ji wênesazên ku wêneyên kesên ku pêşengiya çand, ziman û hunera kurdî kirine li kolanên Êlihê dineqşîne Rûken Ekîncî diyar kir ku armanca wan ew e ku van nirxan bigihînin gel. Şaredariya Êlihê xebatên xwe yên li ser dîrok, çand, huner û zimanê kurdî didomîne. Li Kolana Hunerê ku yek ji kolanên herî qelebalix ên bajêr e, wêneyên kesayetên ku di çand û hunera kurdî de cih digirin ji aliyê şaredariyê ve hatin xêzkirin. Di çarçoveya projeyê de ku di 12'ê Tebaxê de ji aliyê wênesaz Rûken Ekîncî, Fadil Erçel û Roza Bêrîtan Kanat wêneyên Şakiro, Apê Mûsa, Eyşe Şan, Feqiyê Teyran, Aram Tîgran, Cegerxwîn, Leyla Îşxan, Evdalê Zeynikê, Meryem Xan, Sûsika Simo, Ehmedê Xanî, Leyla Bedirxan, Mesture Erdalan, Baba Tahirê Uryan, Merziye Rezazî, Gulbihar, Celadet Alî Bedîrxan, Nesrîn Şêrwan û Meleyê Cizîrî li ser dîwaran hatin xêzkirin.   HUNERMENDÊN PÊŞENGIYA GEL KIRINE   Ekîncî bilêv kir ku pêşkêşkirina tabloyên hunermendên ku pêşengiya çanda kurdî kirine, bi kêfxweşî pêşkêşî gel kiriye û got ku wan di bin pêşengiya şaredariyê de dest bi vê xebatê kiriye û xebata ku bi Ehmedê Xanî dest pê kir bi Meleyê Cizîrî re bi dawî kirine. Ekîncî diyar kir ku resimandina hin navan 2-3 rojan dewam kiriye û got ku ji bo ku di şert û mercên xwezayî de zirarê nebînin wan boyax û cih hilbijartiye û ji bo zirarê nebînin tedbîr girtine.   ELEQEYEKE ZÊDE   Ekîncî anî ziman ku dema çêkirina wêneyan ji aliyê gel ve rastî eleqeyeke mezin hat û wiha got: “Dema çêkirina wan me şîroveya xwe jî lê zêde kir. Mînak dema xêzkirina wêneyê Şakiro me rengên neteweyî yên gelê kurd jî lê zêde kir. Me baweriya Feqiyê Teyran a xwezayê nîşan da. Me di bin eleqeyeke zêde de xebata xwe qedand. Eleqeya ldi dema çêkirinê de motîvasyona me zêde kir. Armanca me ew e ku em nirxên gelê kurd ji raya giştî re ragihînin. Ekîncî anî ziman ku gel bi dîtina çand, ziman û hunera xwe ya li kolanan kêfxweş dibe."   Ekîncî anî ziman ku ji bo projeyên wê li Amed, Wan û Mêrdînê pêk bên pêşniyaz jê re tên û wiha got: “Malbatên hunermendên ku me wêneyên wan çêkirine bang li me dikin û spasiya me dikin. Ji gelek bajaran, bi taybetî bajarên Ewropayê telefonî me dikin. Projeyên me yên bi vî rengî wê bidomin. Em ê hunera xwe bigihînin Kolana Hunerê ya Êlihê. Ev kolan dê tenê wekî nav nemîne."