Êrişî Şaxa YNK’ê hate kirin 2024-09-28 14:22:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî Şaxa YNK’ê ya Dihokê êrişeke çekdarî hate lidarxistin.    Berpirsê Şaxa Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) ya Dihokê Cemal Yûsûf ragihand ku êrişeke çekdarî li dijî avahiya partiya wan hatiye kirin. Yûsûf, da zanîn ku di saetên serê sibê de çend kesên nenas di nava wesayîtekê de gule li avahiya wan a partiyê barandine.   Di berdewamê de Cemal Yûsûf diyar kir ku ti ziyanên canî çênebûne û bi lêv kir ku dîmenên êrişkaran di kamerayên çavdêriyê de hene û wan dest bi lêkolînê kirine.   Cemal Yûsûf diyarkir ku duh jî li Dihokê alîgirên PDK’ê posterên namzetên YNK’ê dirandine û li nava bazar û cihên giştî de bi demançeyê gule berdane hewayê.