Li Edeneyê dozeke din a ‘xespkirina îradeyê’ 2024-09-29 09:04:43   EDENE - Li Edeneyê bi hinceta tevlibûna çalakiyên protestokirina xespkirina îradeyê ya li Wanê derheqê 10 zarokan de doz hatibû vekirin û niha li 2 zarokên din bi heman hincetê doz hate vekirin.    Di 2’yê nîsanê de li navçeya Seyhan a Edeneyê li dijî xespkirina îradeyê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Derheqê çalakiyan de dozeke nû hate vekirin. Îdianameya derheqê ciwanên bi navên E.Y. û E.G. de ku di 3’yê gulanê de hatibûn girtin, ji hêla 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê ve hate qebûlkirin.    Ciwanên girtî bi îdiayên “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan”, “Xetere li ser ewlehiya trafîkê çêkirine”, “Li ser navê rêxistinê sûc kirine” û “Bêyî destûrê bigirin li ser xwe madeyên xetere gerandine” hatin sûcdarkirin.    Dagdeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Bilind gotibûn ku dirûşmên “”Bijî Serok Apo” û “PKK gel e gel li vir e” sûc nîne lê ev dirûşm jî di îdianameyê de weke sûc hatin nîşandan. Hat îdiakirin ku ciwanan di çalakiyê de dirûşmên behsa xeberê berz kirine, rêya sereke bi lastîk û konteynirên sergoyê girtine, kevir û fîşekên hewayî avêtine wesayîtên zirxî. Danişîna ewil a derheqê ciwanan de dê di 3’yê cotmehê de bê lidarxistin.    DERHEQÊ ZAROKAN DE DOZ HATIBÛ VEKIRIN    Bi hinceta heman çalakiyê derheqê 10 zarokan de jî doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a derheqê zarokan de hatiye vekirin dê di 4’ê kanûnê de bê lidarxistin.