22 hezar û 215 lubnanî derbasî Sûriyeyê bûn 2024-09-29 12:14:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên hikûmeta Sûriyeyê, ji ber êrişên Îsraîlê 22 hezar û 215 lubnanî û 65 hezar penaberên sûriyeyî derbasî Sûriyeyê bûn.    Li gorî rojnameya El Weten a ser bi hikûmeta Şamê ve ku agahiyên xwe ji çavkaniyên Rêveberiya Koçberî û Paseporatan wergirtiye, ji destpêka êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê ve 22 hezar û 215 lubnanî derbasî Sûriyeyê bûne.   Rojnameyê da zanîn ku duh jî 6 hezar û 108 lubnanî û 14 hezar û 891 penaberên sûriyeyî vegeriyane. Li gorî heman rojnameyê, "Ev bîlanço ne ya dawî ye." Hate diyarkirin ku bi sedan penaberên sûriyeyî ku ji ber qanûnên hikûmeta Şamê nikarin 100 dolar bikin pereyên Sûriyeyê li ser sînorê Sûriye-Lubnan asê mane.   RÊVEBERIYA XWESER KOMÎTEYÊN ŞOPANDINÊ AVA KIR   Hêjaye bibîrxistinê ye ku Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Lubnanê di 24’ê îlonê de ji bo penaberên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku dixwazin vegerin herêmê komîteyên şopandinê ava kirin.   Duh jî zêdetir hezar û 300 sûriyeyî ji Lubnanê derbasî kantona Reqayê bûbûn.   Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Lubnanê, piştî  tevgera keştên asîmanî ya di navbera Qamişlo û Beyrûtê rawestiyan, dest bi tomarkirina navên kesên ku dixwazin vegerin kir. Nûnertiyê bi nîvê heq vegera penaberan bi otobîsan rêxistin dike.