Li Pasûrê operasyona leşkerî: Daristan tê bombebarankirin 2024-09-29 13:27:20 AMED - Piştî biryara qedexeyê ya Walîtiya Amedê, li gundê Eskarê yê Pasûrê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Qada daristanê tê bombebarankirin û ketin û derketina gund li welatiyan hate qedexekirin.  Walîtiya Amedê herêma Şinagê ya di navbera gundê Eskarê û zozanên Simetak, Guherne û Nedrexuşê yên navçeya Pasûrê ji bo 15 rojan weke “Herêma ewlehiya taybet a demkî” ragihand. Bi qedexeyê re li dijî gundê Eskarê û zozanên Simetak, Guherne, Nedrexuşê û derdorên wê operasyona leşkerî hate destpêkirin.    QADA DARISTANÊ HATE BOMBEBARANKIRIN   Yekîneyên leşkerî û cerdevan di saetên serê sibehê de bi wesayîtên sivîl û leşkerî sewqî herêmê hatin kirin û li hinek deveran hatin bicihkirin. Balafirên Biçek û Bêmiro (SÎHA) jî li ser mezrayan digerin. Qadên bidaristan ên mezraya Simetakê di saetên serê sibehê de ji hêla du helîkopteran ve hate bombebarankrin.    KETIN Û DERKETINA JI HERÊMÊ QEDEXE YE    Di saetên serê sibehê de hinek welatiyan xwestin biçin gundê Eskarê û hinekan jî xwestin derkevin lê leşkeran destûr nedan. Hat zanîn ku operasyona hatiye destpêkirin didome.