Li Amedê 6’emîn Bazara Pevguhertinê hate vekirin 2024-09-29 13:40:18   AMED - Komeleya Ekolojiyê li Amedê 6’emîn Bazara Pevguhertinê ava kir. Aktîvîsta ekolojiyê Elîda Zerrî got ku armanca wan ew e ku li dijî çanda mezaxtinê, çanda parvekirinê pêş bixin.    Komeleya Ekolojiyê, Sumerpark a Amedê bi dirûşma “Her ku em parve dikin zêde dibin” 6’emîn Bazara Pevguhertinê li dar xist. Ji cil û bergan heta berhemên teknolojiyê, ji pirtûkan heta kovaran û hwd. gelek tiştan di bazarê de cih girtin. Welatiyên ku berhemên xwe bi xwe re anîn, dikarin bi berhemên cuda re pevguherînin.    Li qada bazarê dovîzên “Ne mezêxe parve bike”, “Neavêje, biguherîne, xwezayê biparêze” û “Guherandin jiyanê ji nû ve ava dike” hatin hilayistin. Eleqeyeke zêde ji bo bazarê hebû. Balkêş bû ku piraniya malbatan tevî zarokên xwe hatibûn bazarê.    LI DIJÎ ÇANDA MEZAXTINÊ ÇANDA PARVEKIRINÊ    Aktîvîst Elîda Zerrî di çarçoveya çalakiyê de axivî û wiha got: “Li dijî çanda mezaxtinê ya pergala kapîtalîst, me xwest bazarên pevguhertin û piştevaniyê pêş bikevin. Em dixwazin nîşan bidin ku cîhaneke cuda pêkan e. Em di serdemeke wisa de ne ku bêyî pereyan mirov nikare biçe tu cihekî. Em dixwazin bazarên pevguhertinê ku tenê parvekirin û piştevanî lê derbasdar e û tu qîmeta pereyî lê tune ye, zêde bibin. Pergala kapîtalîzmê em veguherandine civakên mezaxtkirinê. Her ku em dimezêxin, em ferq dikin ku em jî dimezixin. Em dixwazin çanda parvekirinê ya ku pergal hewl dide bi me bide jibîrkirin belav bibe. Armanca me ya esasî pêşxistina çanda parvekirinê ye.”   Piştî daxuyaniyê, bi welatiyên hatin bazarê re sihbet hatin kirin. Bazar dê heta saet 15.00’ê vekirî be.