Li ser rêya Agirî-Giyadînê qeza çêbû 2024-09-29 14:57:39   AGIRÎ - Li ser rêya di navbera Agirî-Giyadînê de qeza çêbû kesekê jiyana xwe ji dest da. Di qezayê de gelek kes jî birîndar bûn.    Di saetên serê sibehê de li ser rêya di navbera Agirî- Giyadînê mînîbusek û TIR’ekê qeza kir. Di qezayê de jina bi navê Nûran Aslan (50) jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.    Cenazeyê Aslan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê û tedawiya birîndaran jî didome.