DYA’yê li Sûriyeyê du êrişên hewayî kir 2024-09-29 15:13:00   NAVENDA NÛÇEYAN - CENTCOM’ê diyar kir ku hêzên wan li Sûriyeyê di êrişên hewayî kirine û di êrişan de fermandarên DAIŞ û El Qaîdeyê hatine kuştin.     Fermandariya Hêzên Navendî ya DYA’yê (CENTCOM) ragihand ku li Sûriyeyê du êrişên hewayî pêk anîne. CENTCOM’ê diyar kir ku di encama êrişa hêzên wan a di 24’ê îlonê yên li rojavayê bakurê Sûriyeyê de serokê rêxistina Hurras al Dîn’ê ku weke “El Qaîdeya Sûriyeyê” tê zanîn Mervan Abdul Rauf jî di nav de 9 kes hatine kuştin.    Bi domdarî hate gotin ku êrişa duyemîn di sersibeha 16’ê îlonê de li dijî navenda perwerdeyê ya DAIŞ’ê hatiye kirin. CENTCOM’ê da zanîn ku êrişeke berfireh hatiye kilrin û 4 jê payebilind bi giştî 28 DAIŞ’î hatine kuştin.