Malbata Kabaîş giliyê peywirdarên wargehê kir 2024-09-29 16:18:24 WAN - Malbata xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş giliyê peywirdarên Wargeha Xwendekarên Keç a Seyyîd Fehîm Arvasî kirin ku du roj piştî windabûnê Kabaîş agahî dabûn malbatê.  Ji xwendekara Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş (21) ji 27’ê îlonê heta niha tu agahî jê nayên girtin. Malbata Kabaîş, giliyê Wargeha Xwendekarên Keç a Seyyîd Fehîm Arvasî kirin ku du roj piştî windabûnê Kabaîş agahî dabûn malbatê. Malbatê, li navenda polîsan giliyê rayedarên wargehê kir.    Bav Nîzamettîn Kabaîş têkildarî mijarê wiha got: “Keça min 28.09.2024’ê saet derdora 12.00’ê xebatkarên wargeha keça min lê dima li min geriyan û gotin ku bi şev nehatiye wargehê. Heta wan agahî dayin min jî min digot qey keça min li wargehê ye. Keça min roja nehatiye wargehê anku di 27’ê îlonê de, saet derdora 18.30’an li ser telefonê bi dayika xwe re axiviye û jê re gotiye ku dê ji marketa kampusê ji xwe re nescafeyê bikire û vegere wargehê. Ji ber ku agahî dereng dane me, em ji wargehê gilîdar in.”    Telefon, cuzdan û berguhk a Kabaîş li rex qeraxê golê hatibû dîtin û xebatên lêgerînê jî li wir tên domandin. Hevserokên DEM Partiyê yên Bajar, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê, aktîvîstên TJA’yê, Komeleya Jinan a Starê û rêveberên Baroya Wanê jî çûn serdana malbatê.