Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên 9’ê Cotmehê 2024-09-29 20:53:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan bi diruşma “Ji Abdullah re azadî” meş li dar xistin. Li Dêrik û Girkê Legê jî têkildarî 9’ê Cotmehê panel hatin lidarxistin.   Şêniyên bajarên Girkê Legê û Dêrikê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye pêkanîn şermezar kirin û diyar kirin ku armanca Tirkiyeyê û dewletên komploger, tesfiyekirina gelê Kurdistanê, zimanê kurdî û nasnameya kurdî ye.   Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî 2 civîn ji şêniyên bajarên Girkê Legê û Dêrikê li dar xistin.   DÊRIK   PYD`ê civîn li navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê li Dêrikê li dar xist. Endamê PYD`ê yê Dêrikê Remadan Mihemed axivî û behsa Komploya Navneteweyî kir û got: “Ji bo tunekirina şoreşa gelê Kurd a li ser felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna şehîdan ava bûye, Serok dîl hate girtin." Mihemed axaftina xwe wiha domand: “Ji bo ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin, çand û zimanê xwe biparêzin divê em têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.”   GIRKÊ LEGÊ   PYD`ê civîn li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Girkê Legê li dar xist. endamên meclis û saziyên bajêr tev li civînê bûn.Endama rêveber a Kongra Star Leyla Kabar axivî û Komploya Navneteweyî şermezar kir û got: “Komplo, berdewam e û divê em bibin yek û banga azadiya wî ya fîzîkî bikin.” Leyla bang kirin ku ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têkoşîn were mezinkirin.   Hevserokê Meclisa Bajarê Girkê Legê Atif Sabrî got: “Em Komploya Navneteweyî şermezar dikin. Projeya neteweya demokratîk anku Rêveberiya Xweser, biratiya gelan, kilîta çareseriya aloziyên Rojhilata navîn e.Dewleta Tirk û hêzên komploger ji pergala îşkence û qirkirinê, tesfiyekirina ziman û nasnameya kurdî ye. Divê em têkoşînê mezin bikin û komployê têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.”