Li Qersê jinek hate qetilkirin 2024-09-30 11:06:23   QERS - Zilamê bi navê D.M. li navçeya Cilawûz a Qersê hevjîna xwe ya bi nav3e S.M. qetil kir.    Kesê bi navê D.M. (30) ê li gundê Buyuk Çatak ê navçeya Cilawûz a Qersê dijiya, hevjîna xwe ya 18 salî S.M. qetil kir. Li ser îxbara cîranên wan, komên tenduristiyê û cendirme li cihê bûyerê hatin sewqkirin. Hat tespîtkirin ku S.M. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye.    Cenazeyê S.M. ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Harakaniyê. Hat zanîn ku pitikê M.S. yê 7 mehî hebû.    Hat zanîn ku faîl D.M. hatiye binçavkirin.