Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê 3 roj li pey xwe hiştin 2024-09-30 20:53:58   WAN – Xebatên lêgerînê yên ji bo xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku ji 27’ê îlonê ve winda ye, 3 roj li pey xwe hiştin.   Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş ku Beşa Pêşxistina Zarokan dixwîne, ji şeva 27’ê îlovê ve winda bû. Kabaîş li Wargeha Jinan a Seyyîd Fehîm Arvasî ya li kampusa zanîngehê dima û di 27’ê îlonê de piştî li wargehê xwarinê dixwe derdikeve û careke din agahî jê nayê girtin. Kabaîş cuzdana xwe, telefon, av û keka xwe li kêleka behrê hiştiye û aqûbeta wê nayê zanîn. Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîş hatine destpêkirin, 3 roj li pey xwe hiştin. Lê, ti agahî di derbarê Kabaîş de nehatin dîtin.   Xebatên lêgerîna di Behra Wanê de ji ber ku roj çû ava û dinya tarî bû heta serê sibê hatin sekinandin, lê xebatên li derdora zanîngehê bênavber didomin. Malbata Kabaîş jî derbasî cihê ku şev lê dimînin bûn û dê sibê dîsa biçin cihê lêgerînê.