Li Surfestê kargeha ji bo zarokan 2024-09-30 20:57:02   AMED - KASED'ê di çarçoveya Festîvala Jinan a Surfestê de li saziyê bi zarokan re "Atolyeya Çîrokan" li dar xist.   Komeleya Çand, Huner û Wêjeya Jinê (KASED) di navbera 29'ê Îlonê û 5'ê Cotmehê de Festîvala Jinan a Surfestê li dar xist. KASED'ê di roja 2'yemîn a mîhrîcanê de li saziya xwe ya navçeya Sûrê ya Amedê bi zarokan re "Atolyeya Çîrokan" li dar xist. Beriya atolyeyê endamên komeleyê bi erbane û darbûka xwe tax bi tax meşiyan û zarok vexwendin atolyeyê.   Zarokên ku beşdar bûn, li taxên Sûrê bi enstruman û stranan meşiyan. Paşê zarokên ku hatin saziyê li çîroka Rovî û Pîrê ku Zeycan Ateş vegot guhdarî kirin.