Xebatên lêgerînê yên zaroka winda didomin 2024-10-01 12:30:26   AMED - Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina zaroka bi navê Heval Aytan Oztemel ku li navçeya Xana Axpar winda bûye hatine destpêkirin didomin.     Zaroka bi navê Heval Aytan Oztemel (12) ku duh li gundê Xankajêr ê girêdayî navçeya Xana Axpar a Amedê winda bû agahî jê nayên wergirtin. Oztemel a duh di saetên serê sibê de ji bo biçe dibistanê ji malê derket, piştî venegeriya malê malbata wê dest bi lêgerînê kir. Malbata ku lêgerînên wan bêencam man serî li Qereqola Cendermeyan a li gund dan û gotin keça wan winda bûye.    Xebatên lêgerînê yên duh bi şev hatine destpêkirin di roja 2’yemîn de berdewam dikin. Hate diyarkirin ku hêj têkildarî Oztemelê tu agahî nehatine bidestxistin û tu şop nehatine dîtin.     ‘EM DIXWAZIN NEVIYA MIN BÊ DÎTIN’    Pîra Oztemel, Ayten Oztemel a têkildarî mijarê axivî, wiha got: “Duh saet di 08.00’an de ji malê derketiye û çûye. Pişt re hatiye malê çanteyê xwe danî ye û çanteyekî din wergirtiye û çûye. Mifteya malê jî ne daye dayika xwe daniye cem apê xwe yê dikana wî heye. Pişt re dema nehate malê em li herkesê geriyan û me pirsa wê kir. Piştî ku tu encam bi dest nexistin jî serî li qereqolê dan. Leşker hatin û em birin qereqolê heta saet 03.00’yan em li qereqolê girtin. Em dixwazin neviya min were dîtin.”