Tehliyeya Tursun ê 32 salan girtî ye cara 4’an hate taloqkirin 2024-10-01 12:48:40   RIHA - Girtiyê bi navê Îsmaîl Hakki Tursun ku 32 sal in di girtîgehê de ye û yek ji girtiyên nexweş e, cara 4’emîn hate taloqkirin.    Îsmaîl Hakki Tursun (59) di 30’ê kanûna sala 1992’yan de li Amedê hate girtin û cezayê muebbetê lê hate birîn. Tursun, yek ji girtiyên nexweşiya wan giran e û tehliyeya wî cara 4’emîn hate taloqkirin. Tursun,  li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Rihayê tê ragirtin û Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê bi îdiaya “halnebaşiyê” raporek amade kir û bi vê hincetê teyliyeya Tursun taloq kir. Tursun, dema înfaza xwe di 9’ê kanûna 2022’yan de temam kir û tehliyeya wî bi îdiaya “poşman nîne” ji bo 6 meh û 5 rojan hate taloqkirin. Tehliyeya Tursun cara duyemîn jî di 7’ê hezîrana 2023’yan de bi heman hincetê 6 meh û 5 rojan hate taloqkirin. Cara sêyemîn jî tehliyeya wî bi heman hincetê di 13’ê kanûna 2023’yan de ji bo 9 meh û 5 rojan hate taloqkirin. Herî dawî jî di 25’ê îlona 2024’an de ji bo 9 mehan tehliyeya Tursun hate taloqkirin.    'HÛN NIKARIN MIN DÎSA BIDARIZÎNIN’   Beriya taloqkirina tehliyeyê ya dawî, Tursun birin hevdîtina bi Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgehê. Tursun, di hevdîtinê de bi bîr xist ku ji hêla Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) ve hatiye darizandin û got: “Min di DGM’ê de her tiştek got û ji bilî vê tu tiştekî din nabêjim. Ez li DGM'ê hatim darizandin û hûn nikarin min dîsa bidarizînin. Pirsên hûn dikin ne pirsên hiqûqî ne. Ez naxwazim bersivên pirsên we bidim.”    Mîna di biryarên taloqkirina tehliyeyê yên berê de, di biryara nû de jî hincetên weke “protestokirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinan”, “Protestokirina êrişên li dijî Efrînê”, “Grevên birçîbûnê yên li dijî zexta cil û bergê yektîp”, “Berzkirina dirûşman” û hwd. hatin nîşandan û tehliyeya Tursun 9 mehan hate taloqkirin. Lijneyê got ku dê di 25’ê hezîrana 2025’an de dîsa mijarê binirxînin.    Tursun, bi rêya parêzerên xwe li dijî biryarê îtîraz kir.    ÎSMAÎL HAKKI TURSUN KÎ YE?   Tursun, di 30’ê kanûna sala 1992’yan de bi îdiaya “Alîkarî daye rêxistinê” hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê. Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê da Tursun. Di 4’ê cotmeha sala 2011’ê de sewqî Girtîgeha Tîpa E a Elbistanê hate kirin û di 6’ê tîrmeha 2015’an de jî sewqî Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Sêweregê hate kirin. Tursun, ji 28’ê îlona sala 2016’an heta niha li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Rihayê tê ragirtin. Tursun, di lîsteya girtiyên nexweşiyên wan giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire û nexweşiya wî ya hîpertansiyonê heye û ji ber tansiyonê 2-3 caran xwîn ji pozê wî hatiye û nexweşiya fitqa piştê lê peyda bûye.    ‘SEWQÊN NEXWEŞXANEYÊ DERENG TÊN KIRIN’    Baroya Rihayê, ÎHD û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) di 11’ê tebaxa 2023’yan de têkildarî girtiyên nexweş ên li girtîgehên Rihayê raporek amade kirin û Tursun di raporê de wiha digot: “Nexweşiya min a hîpertansiyonê heye. Rojê carekê diçim revîrê da ku li tansiyona min binêrin. Ji ber hîpertansiyonê, hefteyê 2-3 caran xwîn ji pozê min tê û ez diverişim. Fitqa min a piştê heye. Ji ber hîpertansiyonê bi rêk û pêk diçim revîrê. Bijîşkê nexweşxaneyê jî ji min re plansaziyek amade kiriye. Li gorî wê plansaziyê, piştî revîrê ez sewqî nexweşxaneyê têm kirin. Lê belê sewq pir dereng tên kirin. Tedawî bi rêk û pêk pêş nakeve. Gelek kesên mîna min nexweş pirsgirêkê dijîn. Di rewşên lezgîn de xwe digihînim bijîşkê revîrê. Di çûna revîr û nexweşxaneyê de em pirsgirêkan dijîn. Pir dereng tên kirin. Di dema çûn û hatinê de jî em rastî muameleyeke nebaş tên. Lêgerîna nava dev, kelemçeya destkelemçekirî heye û lêgerînên keyfî dikin.”