Ji Daghan ê girtî bo dadgehê: Tu hêzek we ya ku min bidarizîne nîn e 2024-10-01 15:20:46   RIHA - Erdal Daghan ê ku li Rihayê bi hinceta kuştina polîsan hat darizandin û ceza lê hat birîn got: “Tu hêzek û îradeyek we ya ku min bidarizîne tune ye. Ya ku min bidarizîne felsefeya Rêber Apo ye.”    Li Rihayê di 30’ê tebaxa 2015’an de polîsên bi navê Fatîh Kilbey (45) û Tanju Sakarya (26) di encama êrişek çekdarî de hatibûn kuştin. Mahmut Tutal û Erdal Daghan ji kuştina polîsan dihatin darizandin. Ji sûcê “hewldana kuştina bi qestî” 28 sal ceza li Mahmut Tutal hat birîn. Ji îdiaya “kuştina bi qestî” jî du caran cezayê muebeda girankirî li Ercan Daghan hat birîn.    Îbrahîm Ozan jî di heman êrişê de rizgar bûbû. Doza hewldana kuştina Ozan hat lidarxistin. Tutal û Daghan ê ji dozê dihatin darizandin, îro der barê wan de biryar hat dayîn. Danişîna 9’emîn a dozê li 2’yemîn dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat lidarxistin. Tutal ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Erzînganê tê ragirtin û Daghan ê li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê tê ragirtin û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn.    Dozger di mutalaya xwe ya pêşkêşî şandeya dadgehê kir de xwest Tutal û Daghan ji hewldana kuştina Îbrahîm Ozan bên cezakirin.    Tutal û Daghan li dijî mutalayê parastina xwe kirin.    'TECRÎDEK GIRAN HEYE’    Ercan Daghan diyar kir ku ew şandeya dadgehê red dike. Daghan da zanîn ku wî di bin îşkenceyek giran de îfade daye û got ku ji ber ku ew gefa “tecawizkirinê” lê hatiye xwarin navê Mahmut Tutal daye. Daghan anî ziman ku 43 meh in agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha got: “Tecrîdek girankirî heye. Di şexsê rêbertiya me de her neheqî li kurdan tê kirin. Ji ber vê yekê; tu hêzek û îradeyek we ya ku min bidarizîne tune ye. Ya ku min bidarizîne felsefeya Rêber Apo ye û gelê kurd e.”    ‘BAWERIYA ME BI EDALETÊ NEMAYE’    Piştre parêzeran parastina miwekîlên xwe kirin. Mustafa Vefa da zanîn ku ji miwekîlê wî Mahmut Tutal heyfa polîsan tê girtin û got qonaxa ew gihîştinê baweriya wan bi edaletê nameye û ev dosye wiha li ser zemînek polîtîk tên amadekirin.    CEZA HAT BIRÎN   Dadgehê biryara xwe eşkere kir û ji sûcê “hewldana kuştina bi qestî” ya Îbrahîm Ozan 20 sal ceza li Daghan birî û ji sûcê “alîkariya sûcê hewldana kuştina bi qestî” jî 8 sal ceza li Mahmut Tutal birî.