Surfest bi lîstikên kolanê didomin 2024-10-01 19:06:58   AMED - KASED’ê ji bo zarokan bernameya ‘Lîstikên kolanê yên gelerî’ li dar xist.   Komeleya Çand û Hunerê ya Jinan (KASED) Mîhrîcana Surfest a  Amedê pêk anî û di roja sêyemîn de li Sûrê, li ÇAND MA’yê ji bo zarokan bernameya "lîstikên kolanê yên gelerî" li dar xist.   Zarok bi malbatên xwe re tevli bernameyê bûn. Zarokan lîsitkên wekî ji ser bend xwe avêtin, gerandina topaçê û lîstika mîsketan lîstin.    Mîhrîcana ku KASED’ê 29’ê îlonê de starta wê da didome.