ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2024'AN 2024-10-02 09:00:09   * Kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî” ku ji aliyê dostên kurdan ve hat destpêkirin, saleke xwe temam dike. Di çarçoveya daxwaza ku roj bi roj zêde dibe de wê di 13'ê Cotmehê de li Amedê mitîngeke mezin bê lidarxistin.   * Ugur Bayraktar ê DBP’î anî ziman ku ew ê bi hezaran kesan ve tev li mitînga “azadiyê” ya ku dê di 13’ê cotmehê li Amedê were lidarxistin bibin û wiha got: “Dema azadiya birêz Ocalan hatiye. Ocalan tê wateya aştiyê û sekininî xwîna.”   * Ji rêveberên OHD’ê Nûrettîn Kuzu anî ziman ku komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan hatiye lidarxistin, di roja me de bi tecrîda girankirî ve didome û wiha got: “Her kêlî mafê birêz Ocalan tê binpêkirin.”   * Nivîskar Hurşît Baran Mendeş piştî xebateke sê salan serpêhatiya jiyan û hûnera “Mîrê Ribabê” anku hunermend Miradê Kinê berhev kir û pirtûka wî der çû.    * Eren Baskin ku 32 sal in ji bo cezakirina kiryarên bavê xwe yê di binçavan de hat qetilkirin têkoşîna "edaletê" dide, got: "Em bêhêvî nebûne, em ê dest ji berxwedanê bernedin."   * Şaxa HABER-SEN'ê ya Amedê têkildarî pirsgirêkên kedkarên PTT'ê dê daxuyanî bide. (09.00)   * KESK û Odeya Bijîşkan a Amedê bi daxwaza "Di bacê de edalet" dê li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyûbî daxuyanî bidin. (12.30)   * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê di komcivîna partiya xwe de biaxive. (12.45) ZINDÎ