Piştî komployê tecrîd: Li Îmraliyê di her kêliyê de binpêkirin tên kirin 2024-10-02 09:01:53 STENBOL - Ji rêveberên OHD’ê Nûrettîn Kuzu anî ziman ku komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan hatiye lidarxistin, di roja me de bi tecrîda girankirî ve didome û wiha got: “Her kêlî mafê birêz Ocalan tê binpêkirin.” Bi ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê cotmeha sala 1998’an hatiye lidarxistin, 26 sal derbas bûn. Abdullah Ocalan ê ji 15’ê sibata 1999’an heya niha di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bin tecrîdekî giran de tê ragirtin. Hevdîtinên Ocalan ên bi malbat û parêzeran re tên astengkirin û ev 43 meh in tu agahî jê nayên girtin. Ji rêveberên Navenda Giştî ya Komelaya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Nûrettîn Kuzu bi ser komploya navneteweyî û tecrîda girangkirî ya li Îmraliyê axivî.   LI DIJÎ OCALAN BÊHIQÛQIYA ‘TAYBET’    Parêzer Kuzu bal kişand ser bêhiqûqiyên pêvajoya 9’ê cotmehê û destnîşan kir ku Abdullah Ocalan wê demê çû li gelek welatan, lê belê ji van welatan yekî, mafê Ocalan nas nekirin û derbarê mijarê de wiha got: “Dema qanûnên ji ji bo avakirina  pergalekî tên amadekirin û tên nivîsandin, û piştre dema ev qanûn ji bo her kesekî wekhev hatin sepandin, em karibin qala civaka exlaqî û polîtîk bikin. Lê belê dema mijar dibe birêz Ocalan, em dibînin ku dewletên Ewropayê yên ku dibêjin xwedî hiqûqa herî pêşketî ne, hiqûq nayê sepandin. Derdikeve holê ku hiqûqa ku Modernîteya Kapîtalîst çêdike, li gorî kesan teşe digire. Ji ber van sedeman di van pêvajoyan de kirariyekî li gorî hiqûqê nehat kirin û em nikarin behsa rewşekî hiqûqî bikin. Ev yek jî li dijî birêz Ocalan sepandina bêhiqûqiyekî taybet e.”    ‘HER KÊLIYÊ MAFÊ OCALAN TÊ BINPÊKIRIN’   Nûrettîn Kuzu   Kuzu têkildarî bêhiqûqiyên tên domandin wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ku mijar dibe birêz Ocalan, bêhiqûqî dikeve meriyetê. Di hiqûqa navneteweyî de tu bersivekî hiqûqî ya vê rewşê nîn e. Di çarçoveya bêhiqûqiya Modernîteya Demokratîk ava kiriye de lihevkirine heye. Bi temamî mewzûatekî nayê sepandin heye. Ji ber vê yekê, divê ji vê rewşê re peyva hiqûqê neyê gotin. Nekirina tu kirariyan tê wateya bêhiqûyê.”   Kuzu da zanîn ku mewzûeta ku li girtîgehên din ên Tirkiyeyê, li Îmaliyê nayê sepandin û wiha pê de çû: “Tecrîd bi gotina herî hêsan ve îzolekirin û cuda girtin e. Lê belê dema mijar dibe Girtîgeha Girava Îmraliyê, tecrîd bi awayekî pir cûda tê sepandin. Lewma tenê gotina peyva tecrîdê, ji bo rewşa li Îmraliyê pênase bike, kêm dimîne. Li Îmraliyê bi temamî rejîmekî cudatir tê sepandin. Taybetî jî divê em ewilê balê bikêşin ser vê yekê. Heke em pêvajoya bêhiqûqiya li dijî birêz Ocalan di 25 salên dawî de tê meşadin, wek şirîdekî film berçav derbas bikin, yek kêliyekî ku birêz Ocalan rastî bêhiqûqiyiyê nayê em ê nebînin an jî em nikarin yek kêliyekî ku li gorî hiqûqê tê meşandin, bibînin. Em di pênasekirina vê rewşê de bi rastî jî zehmetiyê dikêşin.”    ‘BÊHIQÛQIYÊN LI ÎMRALIYÊ’   Kuzu bal kişand ser tecrîda girankirî û wiha domand: “Her çiqas em vê yekê wek bêragihandina mutleq pênase bikin jî, rejîma ku li Îmraliyê tê sepandin, ne li gorî hiqûqa neteweyî ne jî li gorî hiqûqa navneteweyî ye. Lewma em dikarin gelek mînakên bêhiqûqiya li dijî birêz Ocalan tên sepandin, bidin. Astengkirina hevdîtina bi parêzeran re , heya sala 2010’an hevdîtinên hatine kêmkirin, di 14 salên dawî de tenê 5 caran destûrdayîna hevdîtina bi parêzeran re, mafê name, hevdîtina bi wasî û mafê agahîgirtinê yên parêzeran... Yek mafî jî nadin pêkanîn.”   ‘KOMPLO BI TECRÎDÊ DIDOME’   Kuzu bi bîr xist ku komploya navneteweyî di roja me de wek tecrîdê berdewam dike û ev tişt gotin: “Bêhiqûqiya navneteweyî, bi bêhiqûqiya neteweyî didome.” Kûzû bilêv kir ku bêhiqûqiya navneteweyî, bi bêhiqûqiya neteweyî berdewam dike.” Kuzu bi îşaretkirina biryara AÎHM’ê ya ku nayê sepandin kir û bi diyaririna dosyeyên ku ev 10 sal in li benda AÎHM’ê ne, ev tişt gotin: “Ev 10 sali in AÎHM rêgezên ku bi xwe diyar kirine, binpê dike, vê rewşê taloq dike. Derbarê serlêdanê de biryarê nadin. Em derbarê çawaniya biryarê de nîqaş nakin. Em li bendê ne ku neyînî an jî erênî biryarek were dayîn. Dîsa ji dema mafê serlêdanên takekesî hatiye dayîn heya niha serlêdanên li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hatine kirin hene û derbarê yekî vana de jî biryar nehatine dayîn. Hemû hatine taloqkirin.”    ‘MAFÊ HÊVIYÊ’ YÊ ABDULLAH OCALAN   Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civîna 17-19’ê îlonê biryara AÎHM’e ya “binpêkirinê” ya der barê Abdullah Ocalan de daye xist rojeva xwe û ji Tirkiyeyê xwest ku demildest  tevdîrên pêwîst werin girtin. Kuzu da zanîn ku komîteyê ji Tirkiyeyê, plana nexşerêyê xwestiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê belê tu plansaziya nexşerêyê nehatiye pêşkeşkirin. Li Îmraliyê şert û merc xirabtir bûn. Berî niha kêm be jî rewşa ragihandinê hebû lê îro ew jî ji holê rabûye. Komîte demildest xwet ku di hiqûqa navxweyî de derbarê ‘mafê hêviyê’ de hin guherînên mewzûetê werin kirin. Biryar hate dayîn ku heke guherîn neyê çêkirin, dê biryara navberê were dayîn. Ev yek çima girîng e? Mafê hêviyê tê wateya ku mirovek dê heya dawiya emrê xwe di girtîgehê de neyê girtin û hebûna hêviya derketinê. Di welatên girêdayî AÎHM’ê ne êdî cezayê hefsê yê muebeta giran nayê dayîn.”    Kuzu gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ez van nirxandinan wek hiqûqnasekî dikim. Lê belê rasteyekî van sepanan a derveyî hiqûqê jî heye. Lewma divê birêz Ocalan wek kesekî ji rêzê neyê girtin û bi vî awayî nirxandinekî hiqûqî kirin jî dê tenduristî nebe. Di çavê gel de cihê wî girîng e. Heke ev tecrîd bi neyiniyê xwe di 25 salên dawî de gihandibe îro, ev yek tê wateya nexwestina çareserkirina vê pirsgirêkê .”    MA / Omer Îbrahîmoglû