Girtiyê nexweş Kuday jiyana xwe ji dest da 2024-10-02 10:33:17 MÊRDÎN - Girtî Abdulkadîr Kuday ku nexweşê ALS’ê bû û tevî rewşa wî ya giran jî nedihat berdan, li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê jiyana xwe ji dest da.  Girtî Abdulkadîr Kuday (52) ku li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê dihat ragirtin û tevî nexweşiya giran jî nedihat berdan, îro di danê sibehê de jiyana xwe ji dest da. Birayê Kuday, Salih Kuday da zanîn ku kekê wî di saetên serê sibehê de li girtîgehê jiyana xwe ji dest daye û ji bo wergirtina cenazeyî dê bi rê bikevin.    TEŞHÎSA XELET KIRIN   Kuday, di sala 2014’an de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hate girtin. Ji ewil birin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê û piştre jî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê hate kirin. Ji ber zexta raya giştî 4 sal piştre di sala 2021’ê de Kuday sewqî nexweşxaneyê hate kirin. Li nexweşxaneyê ji ewil teşhîsa fitqa piştê hate kirin. Lê belê piştî êşên wî zêde bûn, dîsa birin nexweşxaneyê û di encama tetkîkan de derket holê ku bi nexweşiya Amyotrofik Lateral Skleroz (ALS) ketiye. Kuday, felc bû û êdî nedikariya bimeşe. Di 1’ê kanûna 2021’ê de jî sewqî Nexweşxaneya Bajar a Dr. Îsmaîl Fehmî Cumalioglû.   TEHLIYEYA WÎ HATE ASTENGKIRIN   Nexweşxaneya behsa xeberê ji bo Kuday rapora “Nikare li girtîgehê bijî” da. Lê belê di raporê de got; “Dikare di Girtîgeha bi Tîpa R’yê (Rehabîlîtasyon) de bimîne.” Li ser vê yekê jî di 12’ê çileya 2022’yê de sewqî Girtîgeha Hejmar 2 ya Metrîsê hate kirin.    Rewşa Kuday a li vir hêj bêhtir giran bû. Lê tevî vê jî nehat taloqkirin. Di 20’ê tebaxê de rewşa Kuday girantir bû û rakirin Nexweşxaneya Çam û Sakura ya Başakşehîrê hate kirin. Kuday, bertek nîşanî neberdana xwe da û tedawî red kir. Li ser vê yekê dîsa birin girtîgehê.    DAXWAZA WÎ YA HERÎ DAWÎ EW BÛ KU LI GEL ZAROKÊN XWE BE    Ji girtiyên nexweş Serdal Yildirim ku bi Kuday re dima, di 19’ê tebaxê de bişert hate tehliyekirin û daxwaza Kuday a dawî bi van gotinan vegotibû: “Ez dixwazim di rojên xwe yên dawî de li cem zarokên xwe, li cem malbata xwe bim.”    Parêzerên Kuday û parlamenterên DEM Partiyê di serî de Wezareta Dadê, di rojên berê de ji bo tehliyekirina Kuday serî li gelek cihan dabûn. Lê belê ev serlêdanên wan bêbersiv hatibûn hiştin.