Roj bi roj xwedîderketina li daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî' 2024-10-02 10:35:05 AMED - Kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî” ku ji aliyê dostên kurdan ve hat destpêkirin, saleke xwe temam dike. Di çarçoveya daxwaza ku roj bi roj zêde dibe de wê di 13'ê Cotmehê de li Amedê mitîngeke mezin bê lidarxistin.   Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye û 43 meh in agahî jê nayê girtin, di sala 26'an de ye. Pêvajoya ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi derxistina Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê dest pê kir, heta 15'ê Sibata 1999'an dewam kir. Ocalan, di wê rojê de bi hevkariya hêzên navneteweyî anîn Tirkiyeyê û li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê girtin.   Fikirên Ocalan ên ku tê xwestin bi tecrîda mutleq bên jibîrkirin, di nava 26 salan de ji aliyê bi mîlyonan kesî ve hatin qebûlkirin. Fikira Ocalan a Modernîteya Demokratîk a li dijî Modernîteya Kapîtalîst li gelek deverên cîhanê, bi taybetî li çar parçeyên Kurdistanê tê nîqaşkirin. Bandora fikirên Ocalan di van salên dawî de ku şer û pevçûn gurtir bûne zêdetir bûye. Gelek rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedar, nakokiyên li Rojhilata Navîn di çarçoveya "Şerê Cîhanê yê Sêyemîn" de ku Ocalan di destpêka salên 2000'î de destnîşan kir, dinirxînin.   Ev rewş, bi kampanyayên ji bo Ocalan hatine destpêkirin jî bandora xwe nîşan dide. Di nav de gelek nivîskar, rojnamevan, siyasetmedar, hunermend û parêzvanên mafên mirovan di 10’ê Cotmeha 2023’yan de ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan, misogerkirina azadiya wî ya fizîkî û çareseriya pirsgirêka kurd dest bi kampanyayeke navneteweyî hat kirin.   Kampanyaya ku li 74 navendên cîhanê bi awayekî hevwext ji aliyê dostên kurdan ve bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" hat destpêkirin, wê di rojên pêş de sala xwe ya ewil temam bike. Di pêvajoya salekê ya kampanyayê de li kolan, zanîngeh û hin navendên navdar ên cîhanê fikirên Ocalan bi awayekî berfireh hatin gengeşekirin. Her wiha bi çalakiyên girseyî û çalakiyên wekî mitîngan azadiya Ocalan hat qîrîn. Siyasetmedar, nivîskar, rojnamevan û hunermendên naskirî jî di çarçoveya kampanyayê de li ser van daxwazan înîsiyatîfên cîhanî pêk anîn.   Qonaxa yekemîn a kampanyayê bi mitînga fînalê ya 17’ê Sibatê ya li bajarê Koln ê Almanyayê bi tevlîbûna sed hezaran kesî bi dawî bû. Qonaxa duyemîn a kampanyayê di 1'ê Adara 2024'an de dest pê kir. Di çarçoveya pêngava duyemîn a kampanyayê de li gelek deverên cîhanê bi taybet li Kurdistanê çalakiyên cuda hatin lidarxistin.   DI 13'Ê COTMEHÊ DE LI AMEDÊ MITÎNG   Platforma Saziyên Demokratîk di 12’ê Îlonê de li Stenbol û Amedê daxuyaniyek da û ragihand ku kampanyaya navborî derbasî qonaxeke nû bûye. Di vê çarçoveyê de wê di 13'ê Cotmehê de li Amedê mitîngeke mezin bi dirûşmeya "Em li dijî komployê li ber xwe didin, em li Amedê ji bo azadiyê li hev dicivin" bê lidarxistin.   Çalakiyên mitîngê bênavber dewam dikin, lê me çalakî û bûyerên ku tevahiya salê pêk hatine di çarçoveya kampanyayê de berhev kirin.   10 Cotmeh: Di serî de rewşenbîr, siyasetmedar, parêzer û rojnamevan dostên Kurdan li 74 navendên cîhanê dest bi kampanyayê kirin.   20 Cotmeh: Kurdistanî û dostên wan bi girseyî li ber Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê çalakiyek li dar xistin.   21 Cotmeh: Gelê êzdî û ereb ên Şengalê piştgirî dan kampanyayê. Komeke parêzerên Herêma Kurdistana Federe jî ji bo kampanyayê daxuyanî dan û piştgiriya xwe ragihandin.   28 Cotmeh: Li Stenbolê 78 kesên ku di nav wan de rewşenbîr, nivîskar û rojnamevan jî hene deklerasyona “Banga Aştiyê” ragihandin. Di daxuyaniyê de îşaret bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û tecrîda li Îmraliyê hat kirin.   29 Cotmeh: Li navçeya Sûr a Amedê 172 sazî û rêxistinan bi deklerasyona “Ji niha ve ber bi pêşerojê ve banga azadiyê” piştgirî dan kampanyayê. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Dem hatiye ku Ocalan rasterast bi gel re hevdîtinê bike û dem dema ku rola wî ya aştîxwaz pêk bê."    2 Mijdar: Parlamenterên DEM Partiyê yên li Enqereyê li ber Parlamentoyê daxuyanî dan û ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin.   3 Mijdar: Li Lûzern a Swîsreyê çalakiya xeleka ji mirovan hat lidarxistin.   8 Mijdar: Di salvegera roja hatina Abdullah Ocalan a Îtalyayê de, li Parlamentoya Îtalyayê bi sernavê "Li Tirkiyeyê mafên siyasî û Doza Abdullah Ocalan" civîneke çapemeniyê hat lidarxistin.   15 Mijdar: Li Londona Îngilistanê mitîngek hat lidarxistin. Li bajarê Basel ê Swîsreyê ji aliyê Komîteya Ji Abdullah Ocalan re Azadî ve çalakiya nobedê hat destpêkirin.   16 Mijdar: Parlamenterên DEM Partiyê têkildarî Îmraliyê serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan (ÎHÎK) dan.   17 Mijdar: Li bajarê Winterthûr ê Swîsreyê meşeke mezin hat lidarxistin.   18 Mijdar: Li navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê "Meşa Azadiyê" hat destpêkirin.    27 Mijdar: Girtiyên PKK û PJAK’î dest bi greva birçîbûnê ya bidem û dorveger kirin.   29 Mijdar: ÎHD'ê ji bo heyetek biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da.   3 Kanûn: Parlamenterê Partiya Çep a Sosyalîst a Norwêcê Andreas Sjalg Unneland rewşa Abdullah Ocalan anî rojeva parlamentoyê.   4 Kanûn: Xizmên girtiyan li Amed, Wan, Edene, Mêrsîn, Stenbol û Îzmîrê dest bi çalakiya "Nobeta Edaletê" kirin.   9 Kanûn: Di meşa ku 44 saziyên sivîl ên Amedê beşdar bûn de, banga çareseriya pirsgirêka kurd a li ser bingehê demokratîk, diyalog û muzakereyê hat kirin.   10 Kanûn: Di çarçoveya "Roja Pirtûkên Ocalan a Cîhanê" de li gelek cihan pirtûkên Abdullah Ocalan hatin xwendin. Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê meşek hat lidarxistin.   25 Kanûn: Gelê Totona yê li Meksîkayê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan merasîmek li dar xist.   31 Kanûn: Hezar û 25 parêzerên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên din ên Sûriyê serî li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî dan.   2024: ÇALAKÎ DEWAM KIRIN   7 Çile: Li Amedê hunermend û nivîskaran bi sernavê "Em bibin Dengê Aştiyê" deklarasyonek eşkere kirin. Di deklarasyonê de îşaret bi polîtîkayên tecrîdê û şer hat kirin û wiha hat gotin: "Divê mirov ji diyalog û axaftinê netirse."   8 Çile:Ji bajarên Ewropayê jî kartpostal ji Îmraliyê re hatin şandin.   15 Çile: Li kantona Valaîs a Swîsreyê di çarçoveya kampanya "100 hezar Qert" de ji Girtîgeha Îmraliyê re kart hatin şandin.   22 Çile: Ji 35 baroyan hezar û 330 parêzer ji bo bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Dadê dan.    23 Çile: Rêveberên Rêxistina ESP’ê ya Stenbolê ji bo piştgiriyê dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin.   30 Çile: Dayikên Nobeda Edaletê li Meclisê daxuyanî dan û xwestin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fizîkî gav bên avêtin.   1 Sibat: “Meşa Mezin a Azadiyê” ji aliyê Wan û Qersê ve hat destpêkirin. Li gelek navendên Ewropayê çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan hat destpêkirin.    2 Sibat: Li bajarê Berlînê yê Almanyayê meşeke mezin a piştgiriyê hat lidarxistin.    9 Sibat: Rojnameya L'Humanité ya Fransayê deklerasyona "Kurdistan: Çareserî siyasî ye!" a i aliyê 61 kes û kolektîfan ve hat eşkerekirin di manşetê de bi cih kir.    10 Sibat: Li bajarê Helebê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin.   15 Sibat: Meşvanên Azadiyê yên ku gihaştin Amarayê peyama "Heta ku dengê Ocalan bigihêje her kesî û pirsgirêka kurd çareser bibe em ê têbikoşin."      16 Sibat: Di konferansa bi navê "Li Tirkiyeyê girtiyên siyasî: Rêya azadî û aştiyê ber bi ku ve diçe" ya ku ji aliyê Komîsyona Welatiyên Tirkiyeyê ya Ewropayê (EUTCC) li Parlamentoya Ewropayê (PE) ve hat organîzekirin, hat destnîşankirin ku divê Abdullah Ocalan azad bibe.   17 Sibat: Li bajarê Koln ê Almanyayê bi beşdariya sed hezaran kesî meş û mitîngek hat lidarxistin.   22 Sibat: Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, ciwan ketin avahiya CPT’ê û çalakiya bêîteatiya sivîl pêk anîn.   1 Adar: Qonaxa duyemîn a kampanyayê dest pê kir.   8 Adar: Jinên ku bi boneya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li gelek navendên cîhanê daketin qadan ji bo azadiya Abdullah Ocalan qîriyan.   10 Adar-24 Adar: Bi milyonan kes li Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn û ji bo azadiya Abdullah Ocalan qîriyan.   4 Nîsan: Di meşa "Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve" ku bi boneya 75'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin de, peyama "Dema azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e" hat dayîn.   4 Nîsan: Girtiyan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê derxistin asteke bilind û biryar dan ku dadgehan boykot bikin û hevdîtina bi malbatan re boykot bikin.    6 Nîsan: Li Swîsreyê bi boneya 75’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin.   13 Nîsan: Di çalakiyên li Mannheîm a Almanyayê û paytexta Danîmarka Kopenhagê de, bêdengiya welatên Ewropayê ya li hemberî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.   15 Nîsan: Di mitînga li ber Konseya Ewropayê hat lidarxistin de bertekên li dijî Konseya Ewropa û CPT’ê derketin pêş.   16 Nîsan: 91 sazî û kes, ji Serokê CPT'yê Dr. Ji Alan Mîtchell re nameyek şandin ku li dijî tecrîdê tevbigerin û heyetekê bişînin Îmraliyê.   17 Nîsan: Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û parêzerên wî bi rayedarên Konseya Ewropayê re têkildarî tecrîda li Îmraliyê axivîn.   18 Nîsan: Malbat Ocalan û parêzerên wî ji ber bêdengiya ji bo Îmraliyê bi rayedarên CPT'yê re hevdîtin kirin.    6 Gulan: Xizmên girtiyan ji bo dengê girtiyên ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têdikoşin bidin bihîstin, li 6 bajaran dest bi çalakiya "Deng bide azadiyê" kirin.   8 Gulan: Xizmên girtiyên ku çûn Enqereyê xwestin ku bi Wezareta Dadê re hevdîtinê bikin. Xizmên girtiyên ku hevdîtina wan hat astengkirin gotin, “Hûn qebûl nekin jî tecrîd heye. Em bi daxwaza bi dawîkirina tecrîdê hatin."    8 Gulan: Aştî li Kurdistanê (Înîsiyatîfa Aştiyê ji Kurdistanê re) ji bo heyetek biçe Girtîgeha Îmraliyê ji CPT re nameyek hevpar nivîsand. Zimanzan Noam Chomsky, Serokê berê yê Partiya Karker Jeremy Corbyn, Simon Dubbins ji Unite the Union, rêxistina sendîka ya herî mezin a Brîtanyayê, Prof Dr. Michael Gunter, Prof. Dr. Bill Bowring, Prof. Dr. Mary Davis, Parlamenterê SNP Chris Stephens, Parlamenterê Siin Fein Chris Hazzard, Mickey Brady, Parlamenterên Partiya Karker Kate Osamar, John McDonnell û bi dehan kesên ku di nav wan de akademîsyen, sendîkavan, nivîskar û rojnamevan jî hene îmze avêtin.   10 Gulan: Xizmên girtiyan li Wan, Edene û Mêrsînê bi banga "Dawî li tecrîdê bînin" li ber avahiyên AKP'ê dest bi çalakiyê kirin.   14 Gulan: 27 parlamenter û senatorên li Spanyayê ji bo heyetek biçe Îmraliyê name ji CPT’yê re şandin.   19 Gulan: Ciwanên kurd ên li Marsîlyayê meş li dar xistin û gotin: "Heta ku Ocalan azadiya fizîkî bi dest nexe, tu kes nikare ji xwe re bêje ez azad im."   25 Gulan: TJA'yê bi daxwaza "Azadiyê" li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên "Xwendinên Heqîqetê" ku tê de beşên pirtûkên Abdullah Ocalan hene, da destpêkirin.   29 Gulan: Dayikên ku ji Wanê ji bo bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç re li dijî tecrîda li Îmraliyê hevdîtinê pêk bînin hatin Enqereyê , laçikên xwe yên spî avêtin erdê û xwestin dengê wan bê bihîstin.   3 Hezîran: 95 rewşenbîr û nivîskarên ji Almanyayê nameyek ji CPT’yê re nivîsandin û xwestin ku demildest heyetek ji bo hevdîtina bi Ocalan re were şandin û der barê rewşa tenduristiya Ocalan de agahî bê girtin.   7 Hezîran: 61 kesên ku senator, parlementer, akademîsyen û rêveberên partiyên siyasî jî di nav de li Fransayê bal kişandin ser tecrîdê û bang li CPT’yê kirin ku “Heyetekê bişîne Îmraliyê”.   25 Hezîran: Di 12'emîn salvegera nobeda "Azadî ji Ocalan re" ku li ber CPT'yê dest pê kir, çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Bang li CPT hat kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne.   1 Tîrmeh: Li Îngilistanê, bi beşdariya saziyên mafên mirovan ên navneteweyî daxuyaniyeke çapemeniyê ya girseyî hat dayîn.   2 Tîrmeh: Dayikên Aştiyê li Meclisê tecrîdê protesto kirin.   4 Tîrmeh: Baroya Parîsê astengkirina mafê parastinê ya Abdullah Ocalan û girtiyên li Îmraliyê şermezar kir û nameyeke şermezarkirinê ji Wezareta Edaletê re şand.   4 Tîrmeh: Girtiyan dawî li çalakiya boykotkirina dadgehan û hevdîtinan anî.   10 Tîrmeh: Li bajarê Moskowê yê Rûsyayê bi beşdariya gelek pisporan têkildarî pirsgirêka kurd û rewşa Abdullah Ocalan paneleke navneteweyî hat lidarxistin.   26 Tîrmeh: 69 xwediyên Xelata Nobelê li dijî tecrîda li Îmraliyê ji saziyên navneteweyî û Serokkomarê AKP'ê Erdogan re name şandin.   31 Tîrmeh: Rêxistinên sivîl agahî ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re ku biryara "binpêkirinê" ya li ser Abdullah Ocalan a DMME'yê xist rojeva xwe, şandin.    7 Tebax: Parlamentera Partiya Keskan a Awûstralyayê Abîgaîl Boyd tecrîda mutleq a li ser Abdullah Ocalan anî rojeva parlamentoyê û ji hikûmetê xwest ku di çareseriyê de rola xwe bilîze.   10 Tebax: Li bajarê Toronto yê Kanadayê li ber avahiya Parlamentoya Ontarioyê çalakiya rûniştinê ya 3 rojan hat lidarxistin.   14 Tebax: Înîsiyatîfa Azadî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan, li Zanîngeha Rojava ya Qamişlo komxebatek bi mijara “Tecrîda li ser Abdullah Ocalan û astengkirina fikirên wî yên demokratîk û civakî” li dar xistin.   21 Tebax: Li gelek bajarên Kurdistanê “xwendinên azadiyê” dest pê kirin.   24 Tebax: Li Kantona Tîcîno ya Swîsreyê Kurdistanî û dostên wan hatin cem hev û tecrîdê şermezar kirin.   24 Tebax: Li paytexta Misirê Qahîreyê bi navê “Înîsiyatîfa Ereban ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan” panelek li dar xist.   31 Tebax: Ciwanên kurd û enternasyonalîst li bajarê Lozan ê Swîsreyê dest bi meşa 8 kîlometreyan kirin. Meş li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li navenda Cenevreyê bi mitîngekê bi dawî bû.   1 Îlon: Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Tirkiye, Kurdistan û cîhanê tecrîd hat protestokirin.    2 Îlon: TJK-E bi destpêkirina kampanyaya "Tîrêjên Rojê" re, ji bo eşkerekirina polîtîkayên tecrîdê li her derê dest bi qonaxeke nû kir.   7 Îlon: Li ser banga Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) li paytexta Fransa Parîsê mitîngeke girseyî hat lidarxistin.   7 Îlon: Ciwanên li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê bi meşekê bertek nîşanî tecrîdê dan û ji bo azadiya Ocalan qîriyan.   11 Îlon: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya Ocalan rêzeçalakî hatin lidarxistin.   12 Îlon: Li bajarên cuda yên Îtalyayê bi dirûşmeya "Dema Hêviyê ye" çalakî hatin lidarxistin. Li Mîlanoyê panel û konserek hat lidarxistin.   15 Îlon: Ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst li bajarê Biefeld ê Almanyayê hatin cem hev û dest bi meşa dirêj a 5 rojan kirin.   15 Îlon: Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di çarçoveya kampanyaya "Tîrêjên Rojê" de meşek hat lidarxistin.   21 Îlon: Di 32'yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî de gel bertek nîşanî tecrîdê da û daxwaza "Azadî ji Ocalan re" kir.   30 Îlon: Li Awûstûryayê bi hin beşên pirtûkên Ocalan “Rojên xwendinê” hatin lidarxistin.   Sibê: Di pêvajoya komployê de berxwedana "Jin jiyan azadî"    MA / Delal Akyuz