Bakirhan têkildarî silavdayina Bahçelî got: Em ê piştgiriyê bidin her gavên ji bo aştiya civakî tên avêtin 2024-10-02 15:26:57   ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan silavdayina Devlet Bahçelî axivî û wiha got: “Me berê jî gotibû ku em amade ne bi hemû destên dê bibin wesîleya hizûra Tirkiyeyê bigirin û piştgiriyê bidin gavên di vê mijarê de tên avêtin.”    Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan piştî Civîna Koma Meclisê ya partiya xwe, pirsên rojnamegeran bersivand. Silavdayina Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ji Bakirhan hate pirsîn. Her wiha gotina Bahçelî ya “Em dikevin serdemeke nû. Di demeke ku em li cîhanê daxwaza aştiyê dikin de hewceye em aştiya welatê xwe jî pêk bînin.” hate kirin.    'REWŞEKE DERASAYÎ TUNE YE’   Bakirhan wiha bersiv da: “Li gorî min li holê rewşeke derasayî tune ye. Di bin sîwana Meclisê de hewceye dîmenên wiha hebin. Hûn jî mafdar in. Ji ber ku heta niha tu guftûgo û muzakere tune bûn, her kes şaş ma. Yek ji peywirên esasî yên Meclisê jî ev e. Ma gelan em ji bo çi hilbijartin û şandin vê derê? Ji bo ku em bikarin pirsgirêkên esasî yên Tirkiyeyê nîqaş bikin û çareseriyan pêş bixin. Pêdiviya Tirkiyeyê bi aştiyeke civakî heye. Li kêleka me şer û pevçûn hene. Em nizanin dê li ku belav bibin. Di vê rewşê de li Tirkiyeyê ji her demê bêhtir bêdivî bi guftûgo û muzakereyan heye. Hatina birêz Bahçelî jî tiştekî gelek asayî bû û rewşeke derasayî tune bû. Me berê jî gotibû ku em amade ne bi hemû destên dê bibin wesîleya hizûra Tirkiyeyê bigirin û piştgiriyê bidin gavên di vê mijarê de tên avêtin. Êdî nizanim tenê ji silavdayinekê dê tiştekî nû derkeve yan na lê pêdivî bi aştiya civakî heye. Di serî de îktîdar, divê partiyên din ên siyasî jî li Meclisê ziman û gavên rê li ber aştiya civakî vedikin biafirînin.”