ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2024'AN 2024-10-03 09:00:18   * Havala têkoşînê ya Nagihan Akarsel, Necîbe Karadag a ku dê li cihê ku hevdu bidîtana dengê çekê bihîstiye, wiha got: “Nagihan xewna hemû jinên bedêldayî pêk dianî, lewma jin xwedî li têkoşîna wê derketin.”   * Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 7 mehên dawî de astengî û qedexeyên li ser zimanê kurd derketiye asta herî jor. Gelek xebat, çalakî, govend, konser, rojname, lîstikên şanoyê û axaftina bi kurdî hatin astengkirin. Tevî hemû zext û polîtîkayên pişaftinê jî têkoşîna ji bo ziman didome.    *  Peşmergeyê berê Cemîl Yaman diyar kir ku malbata Barzanî ji roja destpêkê heta niha bi Tirkiyeyê re di nava hevkariyê de ye û ji PDK'ê re got: "Ev ne pêşmergetî ye. Em ji bo azadiya welatê xwe bûn pêşmerge ne ji bo kuştina birayên xwe. Dev ji îxanetê berdin."   * Hevsekreterê Giştî yê ELDH’ê Thomas Schmidt diyar kir ku li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan “tecrîdeke taybet” heye û wiha got: “Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê divê ji ber destûra hevdîtinan nade, Tirkiyeyê şermezar bike.”   * Dayika Haci Lokman Bîrlîk ê piştî hate binçavkirin hate qetilkirin û laşê wî bi wesayîta zirxî ve hate girêdan û li navenda bajêr hate kaşkirin Nazîre Bîrlîk, wiha got: “Haci Lokman bi kuştinê xelas nabin, bi hezaran Haci Lokman çûn lê têkoşîn didome.”   * Dîlan Yildirim bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da û piştre hevjînê wê Îlhan Yildirim “Bi qisûr sedembûna kuştinê” hat binçavkirin û piştre hate berdan. Malbata Dîlan Yildirimê bertek nîşanî biryara berdana Îlham Yildirim da û wiha got: “Ev ne xwekuştin e, cînayet e!”    * Aktîvîsta KJAR'ê Kejal Şêxmohemdî da xuyakirin ku fikra "azadî" ya Abdullah Ocalan ê ku hat xwestin bi komploya navneteweyî bê "tunekirin" ji bo jinên rojhilatî bûye hêz û îlham.    * Rêveberê Komeleya Lêkolînên Kurdî Samet Yavûz diyar kir ku di orta meha îlonê de dest bi qeydên qursên zimanê kurdî kirine » wê roja dawî ya serlêdanan 15'ê Cotmehê be û bang li her kesî kir ku qeyda xwe çêbike.    * Cenazeyê Abdulkadîr Kuday ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû dê li navçeya Qoser a Mêrdînê bê definkirin. (09.00)   * Danişîna Emîn O. ku li Bismilê îstîsmara zayendî li 2 zarokan kiribû dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran were lidarxistin. (10.00)     * 17’emîn danişîna doza DÎAYDER’ê dê li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê were lidarxistin. (10.00)   * Haci Lokman Bîrlîk dê di salvegera qetilkirina xwe de li Şirnexê bê bibîranîn. (11.00)   * Danişîna 32’yemîn a doza “Çapemeniya KCK’ê” dê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (14.55)   * Şaxa TUAY-DER’ê ya Amedê dê li pêşiya avahiya edliyeyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar bixe. (16.00) ZINDÎ